Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ên diyar kirin ku qedexeya 1’ê Gulanê ne rewa ye, wê nas nakin û ew ê li qadan 1'ê Gulanê pîroz bikin.
Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
Esnafên Sûka Gola Masiyan a Dîrokî yên ji krîza aborî bi bandor bûne, bal kişandin ser zor û zehmetiyên pê re rûbirû dimînin û gotin: “Em her roj mîna findan dihelin!”
Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
Aborînas Ehmed Pelda diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê bi şerê li dijî Kurdan têk çû û wiha got: "Eger pirsgirêka Kurdan bi aştiyê çareser bûbûya dê aboriya Tirkiye ew qas têk neçûya. Dê li ser pêşketina aborî, çand, zanist, tenduristî û perwerdehiyê niqaş bihatina kirin.
‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (DÎSK) Mehmet Alî Başak, diyar kir ku sektora tekstîlê veguheriye qada kedxwariyê û got: “Li herêmê, hemû karker ji mafên xwe yên esasî bêpar tên hiştin.”
Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
Karkerên ji ber endamên sendîkayê ne ji kar hatin avêtin û li cihên cuda yên Stenbolê di berxwedanê de, xwestin ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî bibin, lê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan di mudaxileya karkeran de, bi dehan karker binçav kirin.
Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
Li Wanê bi hatine biharê re welatî li quntarên keleha dîrokî dest bi berhevkirina nebatan kirin. Welatiyan got: "Dermanê gelek nexweşîna ne."
Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Edenê, ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê serî li Walitiyê Edeneyê da.
Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
Di meha rojiya remezanê de buhayê fêkî, team û zexîreyan bêtir zêde bû. Bazarvanên ku li ser dezgehan fêkî û team difiroşin, tarîfeya buha rakirin. Welatiyên ku diçin bazarê jî ji ber buha bêyî fêkî û team bistînin destvala vedigerin. Fêkî, team û zexîreyên li bazarê ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn.
Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin tiştekî bikirin, di meha Remezanê de tenê penêrê kufikî datînin ser sifreya xwe.
SES: Kes nikare mafê îstîfaya xebatkarên tenduristiyê desteser bike
Hevseroka SES’ê Selma Atabey diyar kir ku bi giştînameya Wezareta TenduristiyAê re qedexeya îstîfayê ku hatiye hêj didome û desteserkirina vî mafê kedkarên tenduristiyê li dijî Destûra Bingehîn e.
Platforma 1’ê Gulanê karker vexwendin qadan
Platforma 1’ê Gulanê ya ku ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê amadekariyên xwe didomîne, li Tûzlayê karker û kedkar vexwendin qadan.
8 kesên ku afîşa 1’ê Gulanê daliqandin hatin binçavkirin
Polîsan 8 endamên BMG’ê ku ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê xebatên afîşan dikirin binçav kirin.
Serokê TURSAB: Piştgiriya bo turîzmê, ji bo alîgiran diçe
Fîrmayên Wanê ku bajarê geştiyarî yê herêma Serhediyê, can dide. Serokê TURSAB ê Herêmê Cevdet Ozgokçe, diyar kir ku piştgirî tenê ji bo fîrmayên alîgir tê dayîn û xwest deriyê sînor bê vekirin.
Şaredariyê ruxset da, lê rê çênake!
Li navçeya Eyyûbiyeyê şaredariyê ji bo sewalvan heywanên xwe di şikeftan de xwedî bikin, ruhseta kargehê daye sewalvanan, lê belê bi salan e rêya şikeftan çênake. Sewalvanan diyar kir ku ji ber vê eziyetê dikişînin.
TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
Bayiyê Wanê yê TUMOSAN'ê Siddik Koç, anî ziman ku Fûara Çandinî, Sewalvanî û Zexîre ya Rojhilatê Anatolyayê bi kêrî cotkar û hillberîneran nehatiye û got: "Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?"