DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin

Rêveberê DÎSK’ê Seyît Aslan diyar kir ku her sal bi hezaran kar ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin û divê kargeh ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve werin kontrolkirin.

Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede

Li Bazara Heywan a li navçeya Rêya Armûşê êdî wek berê ew qelebalixî û kelecana firotin û sitendina sewalan nîne. Kesên sewalan xwedî dikin gotin ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî hatiye asta qedandinê û dixwazin sewalên di destê wan de jî werin firotin.

Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî

Esnafên Wanê, biryara Wezareta Karên Navxweyî ku heya 17'ê Gulanê li marketan ji xeynî pêdiviyên sereke firtoina berên din qedexe kiriye, wekî biryareke "eletewş" nirxandin.

Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye

Li Çewligê bi hinceta ku xwendekar nikaribûne têkevin EBA'yê meaşê meha Nîsanê yê mamosteyên biheq 50-150 TL hatiye razandin. Egîtîm-Senê destnîşan kir ku ya ku hatiye kirin neheqî ye û bang li mamosteyan kir ku doza heqê xwe bikin.

Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne

Karker û nûnerên sendîkayan, diyar kirin ku di biryara qedexeya derketina kolanan a bi hinceta pandemiyê hat dayîn de, bandora berjewendiyên çînî hene û gotin, bi milyonan kes niha di pençe mirin û birçîbûnê de ne.

Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin

Mêşvanên ku li navçeya Rêya Armûşê qonax vegirtine û ji bo biçin zozanan li benda germahiyê ne, diyar kirin ku ziwabûn bandor li berdariya hinguv jî dike.

Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin

Karkerên di zeviyên pîvazan de di xebitin, ji ber ku hilberin di zeviyan de man, bi fikarin ku heqdestê wan neyê dayîn. Karkeran, bal kişandin ser rewşa xwe û gotin: “Ji serê sibê heya êvarî em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin.”

Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin

Ji ber hişkesaliya li Bakûr, nîvê zeviyên çandiniyê hişk bûn. Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, bang kir ku ji bo tespîtkirina mexduriyetê, divê bi awayekî lezgîn şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin.

Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne

Kedkarên tenduristiyê anîn ziman ku heger li cihekî fabrîke û wesayîtên çûnhatinê heya ber dev tije bin, mirov nikare behsa tevdîr û qedexeyên ji binî de bike.

Ji ber qedexeyê şitil riziyan
Ji ber qedexeyê şitil riziyan

Ji ber qedexeya giştî, şitilên ku di mehên Nîsan û Gulanê de tên çandin, li ser dezgehan riziyan.

16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
16 karkerên çandiniyê birîndar bûn

Li navçeya Bahçe ya Osmaniyê mînîbûsa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, di nava tunelê de ji kontrolê derket û qelibî, di encama qezayê de 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn.

Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir

Li Bûrsayê karkerê ku ji qatê 5'an ket xwar ji yana xwe ji dest da.

Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye

Li Mêrsînê karkerên jin ên li baxçeyên narenciyeyê dixebitin, diyar kirin ku bi pandemiyê re şert û mercên wan ên xebatê girantir bûne.

Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye
Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye

Her sal di demsala biharê de zêdeyî 80 hezar karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê koçî Anadoliyê dikin û karên zeviyan dikin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Ziya Çalişkan, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Rihayê diyar kir ku îqtîdar mirovên li ser vê axê bi birçîbûnê terbiye dike û wan neçarî karê şertên giran dike.

Teqawîtan DEM-SEN ava kir: Rêxistinî ferz e
Teqawîtan DEM-SEN ava kir: Rêxistinî ferz e

Sendîkaya Teqawîtên Demokratîk (DEM-SEN), bi daxuyaniyekê avakirina xwe îlan kir. DEM-SEN'ê diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê mirov qir dibin û li dijî vê qirkirinê rêxistinî ferz e.

< 102 103 104 105 106 > Rupel 104 / 245