Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê diyar kir ku bi 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşma “Vejîneke ciwan” bê lidarxistin re têkoşîna xwe gaveke din pêş bixin.
Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
Tevgerên ciwanan dê di 11-12’ê mijdarê de li gelek welatên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşan li dar bixin.
Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
Rêxistinên Ciwanan ku 42'yemîn salvegera YOK'ê li Qada Beyazitê şermezar kirin, diyar kirin ku YOK "bermayiya" Darbeya 12'ê Îlonê ye û ji bo xwendekaran têxe bin kontrola xwe hatiye avakirin.
Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
Jinên ku di Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê de axivîn wiha gotin: “Kapîtalîzm hewl dide femînîzmê bi kar bîne û divê em li dijî vê hişyar bin.”
SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
SGDF’ê têkildarî zext û hewldanên sîxûrkirinê yên li dijî ciwanan daxuyanî da û wiha got: “Hewl didin têkoşîna me ya mafdar krîmînalîze bikin û me teslîm bigirin. Lê em ê dev ji parastina nirxên xwe bernedin.”
Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê Edanûr Îbrahîmoglû hemû ciwananên ku desthilat dixwaze wan bi polîtîkayên şerê taybet apolîtîk bike, vexwend têkoşîna rêxistinbûyî.
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
Hevberdevka Meclisa Ciwanan Eda Îbrahîmoglû diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe zextên desthilatdariyê yên li ser ciwanan pûç bikin û wê ciwan her tim ji bo azadiya xwe li ber polîtîkayên desthilatdariyê rabin.
Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
Ciwanên HEDEP’î û DBP’î li dijî êrişên li dijî Rojava xebatên stickeran kirin.
Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
Xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê Civaka Xwendekarên Demokratîk ava kirin.
Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin
Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlûm Kaya ku hefteya borî ji aliyê kesên xwe weke polîsan dan nasîn ve hatibû revandin, derbkirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin, hate binçavkirin.
Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi hinceta “îxbarê” hatin binçavkirin.
Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
Endamên Meclisa Ciwan a HEDEP'ê ku li dijî polîtîkayên şerê taybet kampanyayekê bi rê ve dibin, li Taxa Xaçortê bi gel re civiyan û gotin ku dê li taxan nobedê bigirin.
Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
Rêxistinên ciwanan ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kir ku êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê dişibin hev du û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.
Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
Endamê Piştevaniya Şagirtên Azad ên Dîcleyê Berdan Gunduz di daxuyaniya ji bo xwendekarê Zanîngeha Anadolûyê Resûl Alan ê di xwaringeha zanîngehê de xwe kuştibû hate dayîn de axivî û wiha got: “Berpirsiyarê sereke yê van mirinan hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye.”
Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
Ciwanên enternasyonalîst ên li Rihayê di daxuyaniya li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê de hatibûn binçavkirin, hatin dersînorkirin.