Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
Bi hezaran ciwan di kongreya “Vejînek Ciwan” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin ba hev. Li eywana kongreyê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.
Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
Ciwanên ji bo 1’emîn Kongraya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê banga tevlibûnê kirine, anîn ziman ku daxwaza wan rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ji polîtîkayên şerê taybet re bersivbûn e.
Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê Demhat Guvercîn destnîşan kir ku çareseriya li dijî polîtîkayên şerê taybet, ji têkoşînê derbas dibe û bi bangawaziya tevlibûna Kongreya Ciwanan wiha axivî: “Werin em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin.”
Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 24’ê mijdarê de li Amedê li dar bixe bibin. Mijarên bingehîn ên kongreyê dê bibin polîtîkayên şerê taybet û tecrîd.
Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û hedef girtina yek ji mezinên kurdan Şêx Seîd meşek lidarxistin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo tevlibûna kongreya xwe ya ku dê bi dirûşma “Vejîneke ciwan” li Amedê li dar bixe, belavok belav kir.
Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Oguzhan Azbay diyar kir ku dê di 24’ê kanûnê de kongreya xwe ya “Vejîneke Ciwan” li dar bixin û bi kongreya xwe ji polîtîkayên tiryak, fihûş û tundiyê re bibin bersiv.
Ciwanan tecrîd şermezar kirin
Ciwanên li navçeya Yenîbosnayê hatin bahev, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
Parlamenterê HEDEP'ê Omer Ocalan ê di şahiya ciwanan de axivî wiha got: "Ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin.”
Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Amedê ji bo şahiya xwe ya bi navê “Vejîneke Ciwan” ku dê îro li navçeya Sûra Amedê were lidarxistin, belavok belav kirin.
Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
Êrişa polîsan a li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglûyê hate şermezarkirin.
7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
Li Êlihê 7 endamên Meclisa Ciwanan a Êlihê ya HEDEP’ê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
Yek ji endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mehmet Alî Teknal ê bi lêdanê li Êlihê hate binçavkirin, ji ber lêdanê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya
Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Edeneyê bi ciwanên bajar re hevdîtin kir.
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê belavok belav kir û gel vexwend 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di 24’ê kanûnê de bê lidarxistin.