Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin

Parve bike:

EDENE - Ciwanên HEDEP’î û DBP’î li dijî êrişên li dijî Rojava xebatên stickeran kirin.

Ciwanên endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi armanca balê bikişînin ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek taxên navçeyên Seyhan û Yuregîrê yên Edeneyê xebatên stickeran kirin.

Ciwanan stickerên “Em ê bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin. Li Rojava komkujî heye” bi gelek deran ve kirin.