Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku heta ku tecrîd neyê rakirin dê gel nikaribin nefese bigirin û banga beşdariya Meşa Gemlikê ya bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” li dar bixin kir.
Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew li dijî doza girtina partiyê ango HDP’ê alternatîfên wan hene û wiha got: “Li dijî lîstokên wan planên me B û C hene. HDP wê teqez di hilbijartinê de jî di siyaseta Tirkiyeyê de jî cihê xwe bigire.”
Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê pirsî.
‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
Tifaqa Milet, “Metna Mutabeqeta Polîtîkayên Hevpar” parve kir ku bingeha beyannameya hilbijartinê û bernameya hikûmetê ye. Di metnê de têkildarî kurdan, Peymana Stenbolê û mijarên din ên sereke tu tişt nehatin parvekirin.
Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku doza girtina partiya wan, “kompaseke” ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin e û wiha got: “Em ê bersiva vê di 14’ê Gulanê de pir xurt bidin.”
Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
HDK ku erka “tifaqa dîrokî ya bindestan” didomîne, dê di serdema nû de xeta têkoşînê û Rêya 3’yemîn berfirehtir bike û li dijî feraseta yekperest dê bi feraseta piranîparêziya civakî tevbigere.
Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal çûna Tirkiyeyê ya ber bi hilbijartinê ve nirxand û hişyarî da maşeya 6 partî û got siberojek ronî bi Tifaqa Ked û Azadiyê mimkin e.
HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku kampanyaya “Xezîneya me gelê me ye” dane destpêkirin. Gunay, wiha got: “Piştgiriyê bide partiya xwe bila di serkeftinê de para te jî hebe.”
Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
Tifaqa Ked û Azadiyê, piştî civîna li Navenda Giştî ya HDP'ê, daxuyand ku biryar girtiye ku bi namzetê xwe yê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe. Tifaqê diyar kir ku dê rojek berî rojekê namzetê xwe eşkere bike.
Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
HDP, li dijî biryara bloqekirina hesabên xwe yên xezîneyê, li ser daxwaza zêde ya hilbijêrên xwe dest bi kampanyaya "Xezîneya me gelê me ye" dike.
Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun binpêkirina “Mafê hêviyê” yê girtiyan xist rojeva Meclisê û wiha got: “Divê mafê hêviyê were parastin.”
AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
AKP’ê di sala 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.
HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
HDP’ê têkildarî salvegera êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê peyamek belav kir û got: “Efrîn jana dilê milyonan e. Em ji bîr nakin.”
HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi kesên makeqanûnê binpê dikin re makeqanûn nayê çêkirin û wiha got: “Em ê tev li hevdîtinê Makeqanûnê yên têkildarî dersokê nebin.”
Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku Wezareta Dadê bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê re bûye “Wezareta bêedaletiyê” û wiha got: “Em ji AKP-MHP’ê sepaneke taybet daxwaz nakin. Weke malbatê em dixwazin ku mafên xwe yên zagonî bi kar bînin. Deriyên Îmraliyê vekin.”