Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku kesek nikare bi zextan HDP’ê ji hêz bêxe û wiha got: “HDP bû nefesa civaka ku bi qirika wê hatiye girtin. Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin.”
Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di roja 14’an a Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê de axivî û wiha got: “Tecrîd, encama dijminatiya li dijî gelê kurd e. Deriyên Îmraliyê vekin.”
HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di şert û mercên giran de pêşwazî dikin û wiha got: “Îktîdarê derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê da.”
Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî ka gelo dê lêkolînkirina têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re pêk werin an na.
Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku zextên domdar ên AKP-MHP’ê rewşa tarî ya li Tirkiyeyê roj bi roj tarîtir dike û wiha gotin: “Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin.”
Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di kongreya partiyê ya Îdirê de bal kişand ser nîqaşên tifaqê û wiha got: “HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike.”
Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di kongreya partiya xwe ya li Qersê de axivî, diyar kir ku wê bi namzetê/a xwe bikevin hilbijartinê û da zanîn ku wê di demeke nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê aşkere bikin.
Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûatek ku alîkariya partiyek ku doza girtinê li serê dewam dike asteng bike nîne.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ku biryara AYM’ê ya bloqekirina hesabên HDP’ê nirxand, wiha got: “Hem ji aliyê malî hem jî ji aliyê siyasî ve amadekariyên me yên ji bo girtin û qedexeya siyasî hene. Em bi biryar in ku sala 2023’yan ji bo xwe bikin saleke destkeftiyan û ji bo hikûmetê bikin sala windakirinê.”
Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda Îmraliyê gazî Wezareta Dadê krin û gotin: “Divê ev tecrîd demildet bê rakirin. Pêwîste parêzer û malbata birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin.”
Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
Tifaqa Ked û Azadiyê banga beşdariya mitînga dê di 15’ê çile de li Stenbolê li dar bixe kir û got: “Em radigihînin ku di hilbijartina Serokkomariyê de di pêvajoya diyarkirina namzetê me de em nêzî namzetê hevpar in ku li gorî rêgezên me be û bi mutabakatê hatibe diyarkirin.”
Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren biryara “bloqeyê” ya AYM’ê weke “darbeya darazê ya li dijî siyaseta demokratîk” pênase kir û wiha got: “Dadgeh li gorî usûlê tevnegeriya û bi vê derhiqûqiyê mohra xwe li dîrokê xist.”
Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl biryara blokekirinê ya AYM’ê daye wek sosret pênase kir û got: “Gelo AYM di bin fermana kê de ye?”
Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
Parlamenterên HDP’ê di çalakiya li dijî tecrîdê ya roja 11’emîn de diyar kirin ku li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û got: “Tecrîda li Îmraliyê rakin. Dawî li îşkence û sepanên kêfî yên li girtîgehan bînin.”
Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îktidar bi dozên sîparîşkirî yên siyasî dê di hilbijartinê de bi ser nekeve û got: “We ji zû ve vê hilbijartinê winda kiriye.”