Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar çû serdana mexdûrên erdhejê yên gundê Narli yê Bazarcixê.
Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kir û got tevî ku 17 roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî hewcedariya konan û tiştên sereke nehatine temînkirin.
Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gel, dijminatiya îktîdarê li cem xwe qeyd kiriye û wiha got: “Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin. Berpirsyarên vê karesata mezin, di serî de serokkomar û rayedarên dewletê ne.”
Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Bazarcixê diyar kir ku kampanyaya “Em di nava piştevaniyê de ne” dane destpêkirin û bi lêv kir ku tevî astengiyan jî wê alîkariyan bigihînin gel.
Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jean Stoltonberg piştî erdheja Mereşê hate Tirkliyeyê û bi Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.
Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir da zanîn ku her kavilek cihê sûc e û wiha got: “Divê em bi hev re bikevin nav hewldanan ku berpirsyarên vê hilweşandinê bînin noxteya hesab pirsînê.”
Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di 9 rojên erdhejê de tu deng jê derneket, îro xuya kir û weke her carê, dîsa gef xwarin.
Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku hilbijartin tenê di şertên şer de dikare were taloqkirin û got îktidar ji hilbijartinê direve û xwest demildest dîroka hilbijartinê bê diyarkirin.
Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê û wiha got: “Divê dewlet û îktîdar jî di vê serdemê de dawî li polîtîkayên şer û ewlehîpereset berde.”
Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
OHAL’a ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji bo herêma erdhejê ragihand li Meclisê tê nîqaşkirin.
Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku îktidara AKP’ê welat ber bi hilweşandinê ve biriye û got: “Berpirsê vê pêvajoyê Erdogan bi xwe ye. Bacên erdhejê bi çeteyan dan xwarin.”
Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê diyar kir ku ew ancax bi pişetavniyê dikarin ji heq karesata erdhejê derkevin û ji bo alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bang kir.
Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
Meclisê, ji ber erdheja li Kurdistanê hefteyekê navber da xebatên xwe.
Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî îşaret bi doza girtina HDP'ê kir û ji bo hilbijartinê got: "Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin."
Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd e û xwest hiqûq were bicihanîn.