Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
Rojnamevan Hasan Cemal ê ku li dijî çaresernebûna pirsgirêka kurd bi gotina “Min destê xwe xiste bin berpirsyariyê” ji Partiya Çepên Kesk bû namzetê parlamenteriyê got: "Heta em ji Erdogan xelas nebin wê rêya vê çareseriyê neyê vekirin.”
Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
Ji Partiya Çepên Kesk parêzer Halîl Donmez diyar kir ku xebatên wan ên ji bo ewlehiya sindoqan didomin û got: "Dê dengeke gelê me jî berhewa neçe. Her kes dikare biçe ser sindoqan û bi dilekî rihet dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk."
Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
Bedlîsiyan diyar kir ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk re 3 parlementeran bişînin meclisê û got: "Dengan bidizin jî, dê nikaribin tiştekî bikin."
Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal diyar kir ku gel di vê hilbijartinê de ji bo parastina sindoqên xwe hesasiyeteke cidî nîşan dide û got: "Em ê bi gelê xwe re serbikevin."
Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebata hilbijartinê berdewam kir. Li navçeya Menemena Îzmîrê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mitîngê û meşek girseyî hat lidarxistin.
Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
Partiya Çepên Kesk dê sibê li Colemêrgê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Rêveberên partiyê anîn ziman ku gel bi dagirtina qada mitîngê dê ji niha ve bersiva hilbijartinên 14’ê Gulanê bide.
Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez xwest ku her kes biçe ser sindoqan û wiha got: “Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”
Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Ferhat Kabaîş, diyar kir ku wê li dijî pirsgirêkên bajêr ên weke aborî û bengîtiya tiryakê ya ciwanan têbikoşin û wiha got: “Em ê nehêlin ku Edeneyê bikin navenda çopê Ewropayê.”
Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
Partiya Çepên Kesk a li Bûrsa û Tekîrdagê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, bi gel re civiya.
Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
Partiya Çepên Kesk bi boneya Cejna Remezanê bi gel re bernameyên pîrozkirinê li dar xist û li hêla din jî partiyên muxalîf hatin serdana Partiya Çepên Kesk.
Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
Partiyên Tifaqa Milet bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê.
Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Zohre Tedîk diyar kir ku ji hesabê ji faîlên lawê xwe yê di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bipirse wê li Meclisê be û wiha got: “Li dijî kesên welat ber bi tarîtiyê ve birin divê weke karker, jin, kedkar zêdetir bixebitin.”
Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
Yek ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Îlknûr Bîrol a ji kevneşopiya têkoşîna kedê tê, diyar kir ku ew li herêma 3’yemîn a ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de piştgiriyeke xurt wergirtiye bi biryar in û got: “Hilbijêr di nava lêgerîna xelasiyê de ne.”
Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
Keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rojnameger Ayşegul Dogan bû namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê û ala têkoşînê ya bavê xwe girt. Dogan wiha got: "Hêvîdar im ku ez bikaribim layiqî têkoşîna wî bibim, ez bikaribim wî biparêzim."
Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di serî de pirsgirêka kurd ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, ciwan, zarok, karker û kedkaran bixebitin û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be.