Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di hevdîtina bi gel re ya li Samandagê axivî û got ku navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Em ê hem îktîdarê têk bibin û hem jî pergalê biguherînin.”
Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe neçar mabû ku ji bajarê xwe koç bike. Parlak ku niha li bajarê xwe bûye namzet, wiha got: “Em ê berxwedana vî gelî di 14’ê Gulanê de veguherînin cejnê.”
Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
Partiya Çepên Kesk li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekirin. Yek ji namzeta Amedê Halîde Turkoglû diyar kir ku dixwazin di Meclisê de herî kêm bi 100 parlamenteran cih bigirin û wiha got: “Em ê yek zilamî bişînin, me soz da hev.”
Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
Elewiyên ku rastî polîtîkayên pişaftinê tên, bang li her kesî kirin ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de yekitiya xwe ava bikin.
Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê destnîşan kirin ku ew bi rêxistinkirinê dikarin dawî li rejîma yekzilamî bînin û wiha bang kirin: "Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek.”
Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
Namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglu bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: "Li Herêmên erdhejê ya herî girîng ewlehiya sindoqan e. Divê hemû partiyên muxalif bi peywîrdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin şaîbeyan."
Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew dixwazin parlamenterên xwe gelek zêde bikin û di parlamentoyê de bibin hêzeke diyarker û got: “Banga me li gelê ew e ku dengên xwe bi awayekê stratejîk bidin.“
Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê AKP-MHP’ê têk biçin û tecrîda li Îmraliyê were rakirin û wiha got: “Em ne ji bo bibin parlamenter lê ji bo têkoşînê diçin meclisê.”
Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li Torosan di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, diyar kir ku wê bi hilbijartinên 14’ê Gulanê, siberoja gelên Tirkiyeyê, kurd û ciwanan diyar bibe û got: “Niha tiştê divê em bikin ew e ku AKP’ê di binê sindoqan de bihêlin."
Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
Li Seyhanê vekirina büroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk veguherî mîtîngê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew ê her derî bi rengê Partiya Çepên Kesk boyax bikin û got: “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Oxir be AKP.”
Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li navçeya Ceyhanê bang li gel kir wiha got: “Kesên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin, dê biçin. AKP’ê jî çareser nekir dê ew jî biçe.”
Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
Ji namzetên Îzmîrê Canan Kebeç Ozkan di salên zanîngehê de dest bi têkoşîna birêxistinî kir û dixwaze vê têkoşînê li meclisê bidomîne. Ozkan, diyar kir ku ew ji bo pêşerojeke birûmet ketine rê.
Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê Sarûhan Olûç û Canan Çalagan, diyar kirin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê di serî de jin ji bo hemû gelan gelek girîng in û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re xwedî li vîna xwe derkevin û jiyana nû ava bikin.”
Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Dîlokê bi gel re civiya, diyar kir ku ew ê tiştên hatine serê gelê Dîlokê ji bîr nekin û got: "Di 14'ê Gulanê de em ê derseke wiha bidin AKP'ê ku di dîroka siyasetê de hew navê wê bê bibîranîn."
Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran buroyên hilbijartinê vekirin û serdana gel kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Cûrneyê Reş axivî û bal kişand ser têkoşîna Emîne Şenyaşar û got: “Riha wê dersê bide AKP’ê.”