Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
Xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di xebatên hilbijartinê de hat gotin ku dê dawî li îktîdara AKP-MHP'ê bînin û pergalê bi hev re biguherînin.
Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûharrem Erkek têkildarî ewlehiya hilbijartinê wiha got: “Wezareta Karên Hundir, pergaleke şopandina hilbijartinê ya paralelî YSK’ê ava kiriye.”
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd têkildarî namzetê serokkomariyê helwesta xwe zelal kir û destnîşan kir ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, guhertin û aramiyê dê di hilbijartinê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bikin.
‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartinê meşandin. Namzeta parlamenteriyê ya Antalyayê Canan Çalagan got ku dê 14 rojan bênavber bixebitin û li rojeke azad hişyar bibin.
HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir û got: “Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê, wê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
Cîgirê Serokê Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîrê Fûta Mîkaîloglû diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo mêrdîniyan dîrokî ye û ew ê piştevaniya Partiya Çepên Kesk bikin û rayên wê du qat zêde bikin.
Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
Namzetê suryan ê Partiya Çepên Kesk Edîp Arslan bal kişand ser rengîniya partiya xwe û wiha got: “Divê hemû gelên me di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin.”
Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
Nûnerên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê diyar kirin ku li Mûglayê potansiyela zêdekirina dengan heye û wiha gotin: "Em li kuçeyê dibînin, em ê ji vir parlamenterekî bişînin meclisê."
Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li navçeya Bodrûmê tev li civîna gel bû, diyar kir ku bayê Partiya Çepên Kesk ji rojhilatê Tirkiyeyê ve jî tê û wiha got: “Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin.”
Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Partiya Çepên Kesk wê dengê xwe bide Kiliçdaroglû û got: “Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin.”
Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di çalakiya Platforma Elewiyan a Îzmîrê de axivî, got: "Gelên me bibiryar in ku rejîma qesrê bişînin û doza guherînê dikin. Navnîşana vê guherînê jî Partiya Çepên Kesk e."
‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di kongreya navçeyê ya partiyê de axivî û wiha got: “Me bi hezaran dest pê kir û niha bûne bi milyonan kes ku qad têrî me nakin.”
Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku wan her qada ku îktîdara AKP-MHP’ê êriş biriye ser veguherandine qadên berxwedan û wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibin muhasebeya sedsalê. Êdî avakirina komara demokratîk neçarî ye.”
‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
Alîgirên Partiya Çepên Kesk ên li Balikesîrê xebatên xwe bênavber didomînin diyar kirin ku wê parlamenterekî bişînin Enqereyê û wiha gotin: “Li Balikesîrê xwedî derketineke zêde heye. Ev jî kelecaneke mezin di nava me de diafirîne.”
Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay diyar kir ku civak partiya wan weke navnîşana guherînê dibîne û wiha got: “Heta niha her tim Stenbol, Enqere yan jî bajarên Kurdistanê deverên girîng bûn. Lê fikriyata me li Egeyê teşe digire û dê roj bi roj xurtir bibe.”