Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a têkildarî budçeya Wezareta Perwerdehiyê li Meclisê axivî, bal kişand ser qedexeyên li ser kurdî û perwerdehiya zimanê dayikê û li ser kursiyê bi gotinên kurdî yên “Zimanê me jî kurdî ye û kurdî xeta me ya sor e” bertek nîşan dan.
DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Rihayê bang li her kesî kir ku ji bo şaredariyên demokratîk, wekhevîxwaz û gelparêz serlêdanên bernamzetiyê bikin.
DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
Di encamnameya civîna DEM Partiyê ku 2 rojan dom kiribû de wiha hate gotin: “Di hilbijartinan de meyla ku em bi namzetên xwe di rêveberiya bajaran de cih bigirin bêhtir xurt bû.” Her wihat gotin ku di hilbijartinan de raye dane MYK û Hevserokên Giştî.
Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez li Hezexê axivî û got: “Ji bo çareserkirina krîzên li Tirkiyeyê, divê tecrîd were rakirin. Çareseriyeke din tune.”
Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
Cîgirê Hevserokê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê DEM Partiyê Rûştû Tîryakî diyar kir ku dê di du hefteyên ewil ên meha çileyê de pêşhilbijartinan li dar bixin û piştre jî namzetên xwe bidin nasîn.
Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna PM’ê de axivî û têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan got: “Gelê kurd dê sed salên din ji azadiya xwe bêpar nebe.” Bakirhan, ji bo hilbijartinan jî ev tişt anî ziman: “Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin. Em ê hem lîstika çêbikin hem jî dema wê hat lîstikê xera bikin.”
Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewlet ji tunebûna tifaqa gelê kurd hêzê digire û ji ber wê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî dimeşîne û got: "Divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û nehêlin ku yek kes jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bike."
Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê daxwazên girtiyan ên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine bên qebûlkirin û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê ji holê bê rakirin.”
Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş di axaftina xwe ya Meclisê de bi kurdî axivî û tirkiya axaftina xwe jî li ser kursiyê bi dovîzan nîşan da.
Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de axivî û wiha got: “Heman erdheja li Hatay, Mereş û Meletiyê çêbûy, bi destê hêzên ewlekariyê li vir hate kirin. Xwestin kurdan tune bikin lê tune nebûn.”
Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana şîna Ahmet Gun ku ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin. Hatîmogûllari, kuştina Gun weke cînayeteke siyasî pênase kir û got: “Divê ku tu kes nekeve nava hewldanên berevajîkirina bûyerê.”
Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
Parlamenterê Dem Partiyê Alî Bozan balê kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Divê em dengê girtiyan ê ji bo siberojên ronî ji girtîgehan derdikeve, zindî bihêlin.”
Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
Hevdîtina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dest pê kir.
Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
Parlamenterê Partiya Saadetê Hasan Bîtmez dema di hevdîtinên bûdçeyê de diaxiviya krîza dil derbas kir û rewşa wî ya giran hêj didome. Meclisê, ji bo îro navber da hevdîtinan.
TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
Şandeyeke ji TÎP’ê çûn serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan.