Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû diyar kir ku HEDEP partiya jinan e û wiha got: “Ji bo ku li dijî îktîdara mêrserdest bi modêla xwe ya herêmî ya azadîxwaziya jinê bibêjin em li vir in, banga me ji bo hemû jinan ew e ku ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin.”
Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ew ê di hilbijartina herêmî de hemû şaredariyên li Wanê bigirin û got: “Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku di hilbijartinên herêmî de vîna me xesp kirine.”
Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
Bernamzetên HEDEP’ê yên rêveberiyên herêmî dê bi pêşhilbijartina gel ve bên diyarkirin û krîterên girîng jê tên xwestin. Zanîna xeta têkoşînê ya HEDEP’ê û nêzikatiya li hemberî pergala hevserokatiyê jî ji wan krîterên esasî ne.
Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari ku li Mêrdînê di hevdîtina gel de axivî, diyar kir ku qeyûmên ku şaredarî li ber gel girtine li şaredariyan "buroya diziyê" vekirine û got: "Em ê ya aîdê me car din bi dest bixin."
Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a HEDEP’a Wanê ragihand ku wan serlêdanên ji bo bernamzetiya hilbijartinên rêveberiyên herêmê dane destpêkirin.
Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê Pervîn Buldan têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi 10 kesan hatiye bisînorkirin, du pirs ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir.
Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan bal kişand ser greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha got: “Greva birçîbûnê, ji bo me tevan bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye.”
Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn da zanîn ku wan dest bi serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî kirine û diyar kir ku dê pêşhevdîtinên têkildarî serlêdanan heta 9’ê kanûnê bidomin.
Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
Li HEDEP’ê serlêdanên bernamzetiya yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî îro dest pê kirin.
Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di kongreya partiya xwe ya Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a têkildarî navê HEDEP’ê: “Heta ku ev ruhê berxwedêr û hêvî di gelê me de hebe, navê partiya çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome.”
Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir kıu tevî hemû astengiyan jî “Meşa Azadiyê” hatiye lidarxistin û wiha got: “Gelê kurd jiyaneke bêyî Ocalan nafikire. Dixwaze di nava gelê xwe de be.”
Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ji Çiyayên Cûdî û Gabarê re rê çêkirine lê ji gundên Kurdistanê re rê çênekirine û anî ziman ku ev yek polîtîkayên şer e.
Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdarê li herêmên erdhejê dibistan û nexweşxane ava nekirin û bi sepanên xwe hewl dide elewiyên ereb ên li Hatayê neçarî koçberiyê bike.
Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan têkildarî nîqaşên li ser 50+1’ê got ku hewldanên ji bo jinûvehilbijartina Erdogan in. Bakirhan, wiha bang li muxalefetê jî kir: “Hewcehiya vî welatî bi aştiyê û belavbûna tifaqa dijkurd heye.”
Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji ber kurtenavê HEDEP’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan dişibe HADEP’a di sala 2003’yan de hatiye girtin, xwest HEDEP kurtenavê xwe biguherîne.