Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe

Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya DEM Partiyê îro bi dawî dibe.

Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan

Parlamenterên DEM Partiyê di hevdîtinên bûdçeyê yên Meclisê de bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li hemberî veguhestina dengê polîs-leşkeran dan.

Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya ciwanan de axivî û wiha bertek nîşanî îktîdara ku li ser mirina leşkeran wan hedef nîşan dide da: “Bila êdî tu ciwan nemirin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Heke hûn li gel bin, em kurd amade ne. Heke hûn li gel bin, vaye keremkin Îmraliyê, birêz Ocalan.”

Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Dêrsimê bang li desthilatê kir û wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd berdewam bike dê ne li Dêrsimê ne jî li Tirkiyeyê aramî pêk were. Em ji vir bang li hikumetê û aqlê dewletê dikin bila ‘ev ciwan jiyana xwe ji dest nedin’.”

Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin

Dihat îdiakirin ku DEM Partiyê ji bo Leyla Zanayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê teklîf kiriye. Ev îdia ji hêla rayedarên partiyê ve hate derewandin. Rayedarên partiyê diyar kirin ku tu teklîf ji Leyla Zana re nekirine û dê namzetên wan bi pêşhilbijartinan bên diyarkirin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe

Komîsyona ji bo amadekariyên 1’emîn Kongreya DEM Partiyê ya Rihayê hatiye avakirin, ji bo kongreya sibê banga tevlibûnê kir.

Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Saliha Aydenîz di hevdîtinên bûdçeyê de bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin û wiha got: “Divê ev Meclis têkildarî tecrîdê biaxive û li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê îniyatîfê li xwe bigire.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî veguhestina hilbijêran dan û wiha gotin: “Pisûlaya we hîle ye, nelirêtî ye. Ya me jî gel e. Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be.”

Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî sedemê bidawîkirina abonetiya Rojnameya Yenî Yaşamê ya li Meclisê ji Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş pirsî.

DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Rûştû Tîryakî diyar kir ku bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn û wiha got: “AKP hewl dide bi hîleyan vîna me xesp bike. Destûrê nedin vê yekê.”

Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e

Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî yê li ser budçeya Wezareta Maliyeyê axivî, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê krîza siyasî û aborî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan 27 navçeyên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin û diyar kir ku dema serlêdana bernamzetan heta 25’ê kanûnê hatiye dirêjkirin.

Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, diyar kir ku kesên Doza Kobanê qebûl kirine li dijî mirovahiyê sûc kirine û wiha got: “Fîgen Yuksekdag dê daraza serwer a mêr dîsa darizîne.”

Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan ji wekîlê AKP’ê yê bertek nîşanî gotinên “Birêz Ocalan Serokekî siyasî yê ku bi milyonan kesan gotiye vîna min a siyasî ye” yên li Meclisê hatin gotin re, ev bersiv da: “Gelê kurd gotiye Ocalan vîna min e, ne hedê te ye ku tu van gotinan bêjî.”

Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê

Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cûpolo bal kişand ser xebatên jineolojiyê yên li ser axa Rêveberiya Xweser tên kirin û anî ziman ku li herêma hatiye dagirkirin polîtîkayên bişaftinê di dewrê de ne. Cuppolo Kovara Jineolojiyê da Wezîrê Perwerdehiyê Yûsûf Tekîn.

< 58 59 60 61 62 > Rupel 60 / 291