Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
Koma Yenî Yolê, ji destpêka pêvajoyê heta niha di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de peyamên erênî dida lê biryar da ku dê neçe Îmraliyê. Hat îdiakirin ku komê, ji ber zext û mudaxileyan ji biryara xwe vegeriyaye.
Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
Welatiyên Sûrê, bertek nîşanî CHP'ê da ku nûnerên xwe neşanda Îmraliyê û gotin: "Sezgîn Tanrikulu divê nekeve nava kuçeyên Amedê.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
Wekîlê TÎP’ê Ahmet Şik di civîna komîsyonê de diyar kir ku divê komîsyon biçe Îmraliyê û got: “Divê biçin Îmraliyê jî hewce bike divê biçin Qendîlê jî.” Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî jî got ku gelê Kurd li cem xwe dinivîse ka kî bi çareseriyê re kî dijberiyê dike.
CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
CHP ku ragihand dê neçe serdana Îmraliyê, di civîna 18’emîn de ji eywana civînê derket.
Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna bi rojeva serdana Îmraliyê de axivî û got ku di 18 civînên komîsyonê de li derdorên cuda yên Tirkiyeyê hatiye guhdarîkirin.
Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr, ragihand ku dê CHP tu nûnerên xwe neşîne Îmraliyê.
Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
Nûman Kurtulmuş, beriya civîna komîsyonê ya bi rojeva serdana Îmraliyê, bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya.
Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
Fetî Yildiz ê MHP’î diyar kir ku komîsyon dê ji bo serdana Îmraliyê biryarê bide û hewceye CHP jî tê de cih bigire. Yildiz, got: “Li ser navê partiya me ez ê biçim.”
Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê beriya civîna komîsyonê bi koordînatorên partiyên siyasî re bicive.
Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, diyar kir ku divê dewlet di çarçoveya pêvajoyê de tavilê gav biavêje û partiyên sosyalîst, rêxsitinên ked û pîşeyî girseyên xwe ji bo pêvajoyê amade bikin.
AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
AKP, beriya civîna komîsyona li Meclisê ya bi rojeva çûna Îmraliyê, li Enqereyê civiya.
CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û endamên komîsyonê, der heqê biryara komîsyonê ya ji bo serdana Abdullah Ocalan, civiyan.
CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
Wekîlên CHP’î yên ku tê îdiakirin dê di civîna komîsyonê ya têkildarî serdana Îmraliyê dengê “Na” bidin, xwe li bêdengiyê danîn.
Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, diyar kir ku divê biryara DMME’yê der heqê bipêkirina mafan di demeke maqûl de bê lêkolînkirin û destnîşan kir ku divê ev dem ne demeke “keyfî” be.
MYK’a DEM Partiyê civiya
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva pêvajoyê û bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.