Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re misoger nekiriye ku pirsgirêka Kurd bigihêje bingeheke siyasî ya xurt û got: "Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji pevçûnê ber bi bingeheke qanûnî û demokratîk ve bibin."
Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
Siyasetmedar Mehmet Bekaroglû biryara CHP'ê ya Îmraliyê rexne kir û got: "Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê ye, divê hin rîskan bigire. Tenê wê demê çareserî ji bo vê pirsgirêka sedsalî gengaz dibe."
Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bal kişand ser civîna komîsyonê ya 4’ê Kanûnê û xwest girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi raya giştî re bên parvekirin.
Komîsyona Meclisê dê di 4’ê Kanûnê de bicive
Serokatiya Meclisê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, di 4’ê Kanûnê de bicive.
Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
Saruhan Olûç ê DEM Partiyî, diyar kir ku divê deriyên sînor ê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bên vekirin û Cengîz Çandar jî destnîşan kir ku divê Tirkiye dest ji politikaya xwe ya berê ya der barê Sûriyeyê de berde.
TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
TÎP’ê daxwaznameyek da Komîsyona Meclisê û xwest ku girtekên hevdîtina komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiriye bi raya giştî re bên parvekirin.
'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala hevdîtina xwe ya bi Abdullah Oclan re kir û got: "Rêzdar Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku ew ê daxwaz bikin ku qeydên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji raya giştî re bên eşkerekirin û got: "Em dixwazin ew bi awayekî ku hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne werin parvekirin."
Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk biryara CHP'ê ya têkildarî çûna Îmraliyê rexne kir û got: "Madem hûn dibêjin ez partiya yekemîn im, wê demê hûn nikarin xwe ji dûrî meseleya Kurd bihêlin."
Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, serdana komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re weke geşedaneke dîrokî nirxand û got: “Muxatabê herî cidî li Îmraliyê ye.”
Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
Damezirînerê Ekopolîtîkê nivîskar Ahmet Tarik Çelenk, biryara CHP'ê nirxand û got: "Ev tê wê wateyê ku CHP hêj ji kodên xwe yên berê qut nebûye."
Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
Serokkomar Tayyîp Erdogan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku biryara komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşiya pêvajoyê veke.
'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
Rêveberên DEM Partiyê yên Balikesîrê biryara komîsyona li Meclisê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî nirxandin û gotin ew di wê baweriyê de ne ku yên li dijî çûna Îmraliyê jî di demên pêş de piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser biryara CHP’ê ya têkildarî çûna Îmraliyê û got: “Em neçûna CHP’ê wek kêmasî dibînin. Em hêj jî li bendê ne ku fikra xwe biguherîne.”
Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
Wekîlê DEM Partiyê Heval Bozdag bal kişand ser gavên li Agiriyê di bin navê “ewlehiyê” de tên avêtin û got: “Ev li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye.”