Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û got: “Komîsyon êdî gihiştiye qonaxa dawî. Tu wateya xwenedayîna ber a çûna Îmraliyê nîne. Heke kesek xwe nede ber vê serdanê, ez dikarim 3 hevalên xwe bidim gel xwe û biçim Îmraliyê.”
Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz destnîşan kir ku sedema gavneavêtina desthilatdariyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk "dirêjkirin" e û got: "Aştî bi bernameya têkoşîna hevpar a hemû bindestan ve dikare bê geşkirin."
Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de heta niha gavên yekalî hatine avêtin û got ku li pêşiya komîsyonê amadekirina zagona taybet heye.
'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
Li rexekî gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd li cîhanê deng veda û li rexa din jî Komîsyona Meclisê hêj neçûye Îmraliyê. DBP'iyan bertek nîşan dan û got: "Divê komîsyon biçe Îmraliyê û deriyê heta dawiyê bê vekirin."
Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî pêvajoyê axivî û got ku divê ji bo pêşketina pêvajoyê gavên baweriyê didin bên avêtin. Wekîlê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî anî ziman ku piştgiriya civakê ya ji pêvajoyê re girîng e.
Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna hevşaredarên partiyî de axivî û got: “Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan. Daxwaza me zelal e. Divê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa radestî îradeya gel bên kirin.”
Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyên gerîlayan û astengkirinan da û got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e.
‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê desthilat têkildarî hevdîtina Komîyona li Meclisê bi Abdullah Ocalan re xwedî helwestek zelal be.
Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
Serokkomar Tayyîp Erdogan dê saet di 18.00'an de serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bike.
Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku divê komîsyon bêyî dereng bimîne tavilê biçe Îmraliyê û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare baş bi rola xwe bilîze, ji bo îradeya raber kiriye bibe destkeftiya hevpar a 86 milyonan, divê ev daxwaza her kesekî be.”
Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe.
Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kir ku li Amerîkayê bi gelek rayedarên li ser Sûriyeyê re civiyaye û got: "Me nêrîn û helwestên xwe dan der."
Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê dê vê hefteyê pêşniyarqanûnên têkildarî budçeyên 4 wezaratan binirxîne.
Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike û gor: “Ji bo danîna çekan û mayîndekirina pêvajoyê ev yek divê bê kirin.”
Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
Omer Ocalan kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û got: “Serok got ku gel dikare tev li pêvajoyê bibe û gavan bi dewletê bide avêtin. Her wiha tevlibûna CHP’ê ya pêvajoyê gelek biqîmet dibîne.”