DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye

DEM Partî ya dixwaze Şaredariya Qereçobanê ya ku yek ji şaredariyên qeyum tayînî wê nehatiye kirin careke din bi dest bixe, bi namzetên nîşan dane ji hilbijartinê re amade ye. Namzetên hevşaredariyê Zelal Yîgît û Kazim Erhan diyar kirin ku bi proje û xebatên dane pêşiya xwe, dixwazin navçeyê di warê çandinî û bazirganiya ajalan de bikin navendeke taybet.

Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin

Orhan Çelebî yê dema Hevşaredarê Bajaroka Periyê bû qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û niha careke din ji DEM Partiyê bû namzet, got ku ew ji bo vîna xwe ya hatiye xespkirin wergirin bi rê ketine.

‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Pirsûsê Muslum Baran û Ayten Kaya wiha gotin: "Em tên dîwarên di navbera gel û şaredariyê de hatine çêkirin hilweşînin."

Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr hewl didin şaredariyeke ku ji 1'ê nîsanê ve mafê gotinê yê şêniyên navçeyê be ava bikin.

Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amede yên DEM Partiyê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên bajêr re hatin behav. Namzetên hevşaredariyê girîngiya xebata bi hev re ya ji bo jêbirina texrîbata qeyûman a 8 salan destnîşan kir.

Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axaftina xwe ya ewil a têkildarî hilbijartinê kir û wiha got: “Me ji bo vekirina rêyek rast, ji bo vekirina rêya aştiyê û ji bo vekirina rêya azadiyan berpirsyartî û peywir li xwe girt.”

Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Milazgirê ku AKP'ê di hilbijartinên 2019'an de bi fen û fûtan ew bi dest xistibû, diyar kirin ku ew ê ruhekî nû ava bikin û gotin: "Serkeftina me wê ne tenê serkeftina şaredariyê be."

Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku qeyûm înkarkirina gelê kurd, çand û zimanê kurdî ye û wiha got: “Nikarin bi rê û rêbazên exlaqî bi ser bikevin. Lewma Qeyûman tayîn dikin. Lê em ê wan têk bişînin.”

Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ên diyar kirin ku dê li Dêrsimê li dijî polîtîkayên bişaftin û bêesilkirina çandî xebatên xwe bimeşînin, wiha gotin: “Li dijî manîpulasyona ‘Tunceliyê’ em ê Dêrsimê li qodên wê yên berê vegerînin.”

Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin

Welatiyên Şirnexê bertek nîşanî veguhestina hilbijêran dan û wiha gotin: "AKP derewan dike, diz e. Em ê rê nedin ku AKP careke din vîna me desteser bike."

Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?

Welatiyên bertek nîşanî endamê AKP’î Îsmet Olmez ê xwezaya Colemêrgê talan dike û bi belavkirina pereyan dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve dan û wiha gotin: “Tu heya îro li ku derê bûy? Ev der keleha têkoşînê ye. Reng û partiya me diyar e.”

Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin

Li bajar û navçeyên ku DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê, gel eleqeyeke zêde nîşan da, namzetên hevşaredariyê anîn ziman ku li dijî qeyûman dê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin.

Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Kercewsê di hevdîtina bi gel re de axivî, diyar kir ku bîrdariya Cîgerxwîn a qeyûm hilweşandiye dê jinûve çêbikin û got: “Em ê wisa xurt werin ku dê nizanibin bi ku ve birevin.”

DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand

DEM Partiyê têkildarî îdiaya ku namzetê xwe yê Îzmîtê paşvekişandine û dê piştgiriyê bidin namzeta CHP’ê daxuyanî da û ev îdia derewand.

Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya li Bismilê de wiha got: “Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin. Em gelekî birêxistinkirî ne û dê hîleyên wan ên hilbijartinê bi têkoşîna xwe vala derxînin.”

< 52 53 54 55 56 > Rupel 54 / 291