Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku kurd di hilbijartinan de ne tenê bi AKP'ê re, bi hêza dewletê ya ku piştgiriya wan dike re jî dikevin pêşbaziyê û got: "Gelê me tevî hîle û xurdeyên wan jî wê serkeftineke mezin bi dest bixe."
Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bazîdê Kenan Alkan û Aygul Aşan destnîşan kirin ku ew ê mekanîzmayekê ava bikin ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û gotin: “Şaredarî gel bi rê ve nabe, dê gel şaredariyê bi rê ve bibe."
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domandin, bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek derdoran re hevdîtin kirin.
Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî diyar kirin ku polîtîkaya wan ya rêveberiya herêmî perspektîfeke berfireh dide pêşiya wan û wiha gotin: “Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin.”
Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
Tifaqa Dêrsimê têkildarî pirsgirêkên bajar danezaneke hilbijartinê ya ji 22 xalan pêk tê amade kir. Di danezanê de ji xetereya erdhejê heta rûxandina ekolojiyê û polîtîkayên pişaftinê, gelek mijar hatine destgirtin.
Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
Tê payîn ku Şaredariya Elcewazê ya 22 sal in di bin rêveberiya AKP’ê de ye dê vê carê bikeve destê DEM Partiyê. Namzetên Hevşaredariyê Dîlek Akdag û Cesîm Tûsûn destnîşan kirin ku ew dixwazin çarenûsa navçeyê biguherînin
Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê de axivî û got ku dewlet hewl dide bi tecrîda li Îmraliyê re gelê kurd tune bike. Ozturk, ev tişt anî ziman: “Gelê me dê aqilê we dîsa bîne serê we.”
Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
Namzetê Hevşaredariyê yê Bedlîsê yê DEM Partiyê Mehmet Nezîr Karabaş destnîşan kir ku ew ê bi hevalên xwe yên namzetiya wan hatiye astengkirin re bi şev û roj bixebitin û di hilbijartinê de bi ser kevin.
Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li bajarê Mazlum Dogan Depê axivî û wiha got: “Ji bo ku Tirkiye bikare bêhnekî fireh bigire divê pirsgirêka kurd ne bi rêya çekan lê bi rêya guftûgo û muzakereyan were çareserkirin.”
Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Colemêrgê destnîşan kirin ku ew ê li dijî xespkirina qeyûmê duyem, bi dengeke baştirîn bi ser bikevin û wiha gotin: “Dê Colemêrg hemû listikên AKP’ê vala derbixe.”
Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got ku ji bo wegirtina mafên hatine xespkirin tenê 27 roj man e. Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Ji bo rojên xweş û geş hindik ma.”
Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê navçe bi navçe, gund bi gund digerin û hedefên xwe vedibêjin.
Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
Ji bajarên ku herî zêde xizanî û feqîrî serî dikişîne yek jê Agirî ye lê bayê pêvajoyê ber bi milê DEM Partiyê ve ye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Agiriyê Hazar Aras û Mehmet Akkuş diyar kirin ku li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîne û wiha gotin: “Dema pêvajoyeke nû ye.”
Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
Pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê ji bo hilbijartinên herêmî namzetên xwe yên navenda bajêr û navçeyan dan nasîn. Di danasînê de ev peyam hate dayîn: “Dêrsim em in, em ê bi hev re serbikevin.
Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
Tevî ku Qeyûmê berê qerên giran li pey xwe hiştin, Şaredariya Silopiyayê di 5 salên dawî de ji xizmeta gel paş de nema. Namzetên Hevşaredariya yên DEM Partiyê Jiyan Ormanli û Rênas Onûk wiha gotin: “Em ê revebirina bi gelê xwe re bidomînin.”