DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
Namzetên Hevşaredariyê yên Qereyaziyê yên DEM Partiyê Bahar Goksu û Fûat Tûtkûn diyar kirin ku armanca wan ew e ku li Qereyaziyê bi dengekî zêde şaredariyê bidestbixin û diyar kirin ku hedefa wan a ewil îstîhdam e.
Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hevdîtina bi gel re de axivî, bal kişand ewlehiya hilbijartinê û wiha got: “Em ê sindoqan weke çavên xwe biparêzin.”
Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Xîzanê axivî û wiha bertek nîşanî îktîdarê da: “Destên van li hewa, serê wan ser cilnimêjê û aqilê wan li ser heramiyan e.”
Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdanên xwe yên li Sêrtê didomîne. Bakirhan, wiha got: “Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin, li Weysel Qeranî jî duayan dikin. Li dijî her hilbijêreke heram, divê em du hilbijêrên helal bînin.”
Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
Welatiyên Mûşê diyar kirin ku li bajêr tu feydeya şaredariyê negihaye wan û destnîşan kirin ku ew alîgirê guhertinê ne. Mûşiyan got: “Em dixwazin ji zîhniyeta AKP’ê xelas bibin. Rêya xelasiyê DEM Partî ye."
Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
Namzetên Hevşaredariyê yên ÎBB’ê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî di çarçoveya bernameya “Rûyên Ciwanan” de hatin ba hev. Beştaş destnîşan ku desthilat ser ciwanan, taybetî jî ser ciwanên kurdan polîtîkayên şerê taybet dide meşandin û anî ziman ku desthilat dixwaze bi vî awayî ciwanan bi hişbirê re pûç bike.
Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Sêrtê axivî, diyar kir ku dê gelê Sêrtê di 31'ê Adarê de li hemberî qeyûman bersiva pêwîst bide. Bakirhan ku bang li ereban jî kir, got: “Ew şaredarî dê bibe mala hevpar a ereb, tirk û kurdan. Ez bang li gelê me yê ereb dikim ku dengê xwe bidin DEM Partiyê."
Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Mîdyadê di hevdîtina bi gel re de axivî, wiha got: “Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were.”
Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a li Misircê de axivî. Bakirhan diyar kir ku muxabatê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bibe, bang kir.
DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
Namzetên Hevşaredariyê yên Artûklûyê yên DEM Partiyê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker diyar kirin ku ew dixwazin bajarê ku wekî "bajarê ziman û olan" bi nav dikin bi rê ve bibin û armancên xwe yên bingehîn vegotin.
Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
Namzetê AKP’î Erkan Eroglu bêyî bikaranîna nav û logoya partiya xwe, xebatên hilbijartina herêmî didomîne.
Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Sêwereg a Rihayê tev li vekirina buroya hilbijartinê bû û got: “Dem dema kurdan e.”
Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Barkirhan li navçeya Kulu ya Konyayê tev li hevdîtina bi gel re bû û wiha got: “Dê di şeva 31’ê Adarê de li çendek deverên Konyayê şaredariyên me çêbibin.”
KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ragihand ku dê di hilbijartina herêmî de piştgiriyê bide DEM Partiyê.
Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî serdana karkerên Tersaneya Tuzlayê kirin.