Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
Wekîlên DEM Partiyê û AKP’ê yên Wanê, ji bo pirsgirêkên xelkê bajêr dijî û nîqaşkirina çareseriyên wan, li Meclisê civiyan.
Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin demildest verastkirinên qanûnî bike û got ku îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle.
Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
Li Wanê bi hezaran kes tev li civîna bi gel re bûn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civînê de got: “Heke em bikarin berpirsyartiyên xwe yên di vê pêvajoyê de bicih bînin, têkoşîna me dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biencam bibe. Têkoşîna me divê ji bo vê be.”
'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kili Koçyîgîtê got: “Bêdengbûna çekan ne encamek e, destpêk e. Armanca me ya esasî, aştiya pozîtîf a li ser bingeha wekhevî û edaletê ye.”
Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku dihat payîn sibê were kirin, hat taloqkirin.
Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, got: “Niha jî AKP bi rapora ku dê pêşkêşî Meclisê bike, ji çareserkirina meseleyeke cidî direve û gavên bibiryar û wêrek naavêje û ji vê dûr disekine.”
Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye û got: “Di vê qonaxê de hewcehî bi zemîneke zagonî, hiqûqî heye. Divê zagona aştiyê hebe.” Bahçelî jî got: “Pervîn Xanimê her mijar bi aşkerayî anî ziman. Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina wê.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya.
Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re civiya.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan.
Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
Nûnerên komeleyên Romanan û partiyên siyasî serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê kirin û têkildarî pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.
Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
Cengîz Çîçek têkildarî Budçeya Wezareta Parastinê axivî û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ferz dike ku hînbûnên sedsal in didomin bên terikandin.”
MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
MHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê ku ji 120 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Seroktiya Meclisê kir. Endamê Komîsyonê yê MHP’ê Fetî Yildiz, pirsa rojnamvenan a têkildarî “mafê hêviyê” bersivand û got: "Hûn dê bibînin."
Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa di civîna gel a li Tetwanê de axivî û hevdîtina di 13’ê Cotmehê de bi Abdullah Ocalan re kiribû wiha vegot: “Cara ewil e ku Abdullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinêre.”