DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî xwestin Meclis “Mudaxileya îktîdarê ya li darazê û rewşa dîlgirtî ya darazê” lêkolîn bike.

Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne

Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê çendek hevdîtin kir. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz anî ziman ku di serdanan de pirsgirêka kurd û çareseriyên hevpar ên her çar parçeyan nirxandine.

DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin

Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên HDP’ê yên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hin rêze serdan kirin.

Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya têkildarî hewldanên provakasyonên li dijî şaredariyan, bêusiliyên qeyûman, û êrişên li dijî kargehan axivî û got: “Qeyûm ket dewrê.”

Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin

Parlamenterên DEM Partî û Partiya DEVA’yê ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglî ji bo vê biryarê got: “Darbe û skandal e.”

Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e

Di encamnameya PM’a DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Mezinkirin û mayindekirina xeta têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê, erka me ya sereke ye.”

Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabin û ji îktîdarê re got: “Hûn dikarin bi PYD’ê re hevdîtinê bikin.”

DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da

DEM Partiyê ji bo ku mûçeyê teqawîdan ê kêm û mûçeyê kêmtirîn bibe 32 hezar lîre û xercên ketin û derketina welat bên rakirin, pêşniyazname da Serokatiya Komîsyona Plan û Budçeyê.

DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo lêkolînkirina Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê.

Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin

Di hevdîtinên pêşnûmeya têkildarî kuştina heywanan de 3 xal ji hêla komîsyonê ve hatin qebûlkirin. Hevdîtinên têkildarî pêşnûmeyê hatin taloqkirin.

Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bang li PDK û Mesûd Barzanî kir ku li dijî şer helwesta xwe nîşan bidin û got: “Pêwîste li dijî projeya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê helwesta neteweyî bê nîşandan.”

Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin weke dojeh hatiye dîzaynkirin û got: "Malbatên wan jî nizanin nexweş in yan dijîn an najîn."

Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Sadik Topaloglû da û diyar kir ku tedawiya çavê wî didome û heke ku astengiyek derkeve dê çavê wî nebînin.

DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî

DEM Partiyê diyar kir ku îktîdara AKP’ê bi paketa darazê ya aniye Meclisê re dixwaze berjewendiyên xwe yên siyasî mîsoger bike û di serî de gelê kurd dê mafên derdorên cuda jî xesp bike. DEM Partiyê şerh danî vê paketê.

MYK ya DEM Partiyê civiya
MYK ya DEM Partiyê civiya

MYK ya DEM Partiyê ji bo ku geşedanên di rojevê de binirxîne, li navenda giştî ya partiyê civiya.

< 39 40 41 42 43 > Rupel 41 / 291