Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Burhanettîn Bulut da zanîn ku rêveberiya Sûriyeyê daxwaza hevdîtinê ya Ozgur Ozel qebûl kiriye.
DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
DEM Partiyê bal kişand ser krîza aborî, bihakirina kirêya xaniyan û ji bo desteka kirê ji welatiyên feqîr re bê temînkirin, pêşniyarqanûnê da Meclisê.
Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
Parlamenterên DEM Partiyê yên îdiayên ku gelê Amedê weke “kobay” hatiye bikaranîn birin rojeva Meclisê xwestin ku îdia bên lêkolînkirin.
Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di komcivîna partiya xwe de got: “Tu meaşan zem bikî wê debar bibe, tu zemê nekî dê hilbijartin çêbibe. Heke hûn dixwazin meaşê wê bê zemkirin, îro êvarê lembeyên xwe pêxin û bivemirînin.”
Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî daneyên hesabkirina enflasyonê yên TUÎK’ê da û got: “Li gorî TUÎK’ê hêkek 2.47 lîre ye, kîloyek pîvazên hişk 7.76 lîre ye. Navnîşanê bidin me em jî biçin wê markete danûstandinê bikin.”
Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli ya cezayê nêzî 50 salan ku li nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hate birîn bir rojeva Meclisê pirsa “Gelo nûçe çêkirina pirsgirêkên ku li welat hene sûc e?” kir.
Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
Di civîna MYK ya DEM Partiyê ya dawî de biryar hate dayîn ku kampanyaya “Nan û Edaletê” bê destpêkirin û ji bo “Tifaqa Demokrasiyê” komîsyon bê avakirin.
Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
DEM Partiyê ji bo qanûna ku dike qeyûm bên tayînkirin were guhertin, pêşniyazqanûnek pêşkeşî Meclisê kir.
Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bal kişand ser berpirsiyariya DEDAŞ’ê ya di şewatê de û got: “Li vê herêmê herhal saziya ku herî zêde giliyê wê tê kirin, DEDAŞ e.”
Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di civîna koma partiya xwe ya meclisê de nekarî xwe ji pê ve bigire û rûniştî axivî, êrişî Baroya Amedê kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ku têkildarî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de çêbû daxuyanî dan, diyar kirin ku maseya krîzê ava kirine û gotin: "Qethiyen em ê gelê xwe bi tenê nehêlin. Em ê bi hev re birînên xwe bicebirînin."
'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê îşaret bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê li ser penaberan baziriyên avneteweyî tên kirin û diyar kir ku divê li ser mafên koçber û penaberan bazarî neyê kirin.
Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît bi wesîleya cejnê serdana Şaredariya Geverê kir û got heta ku şaredarî li gel were vegerandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez ew ê bi ser bikevin.