Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal di hevdîna gel a li Stenbolê de axiviye bal kişand ser mitînga 13’ê cotmehê û wiha got: “Têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan, ji bo me hemûyan ferz e.
Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiyê ya Aydinê de axivî. Beştaş, ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê banga tevlibûnê kir û got: “Em ê di mitîngê de li dijî tecrîdê bibin deng.”
Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî serdagirtina polîsan a li dijî saziyên perwerdeya kurdî didin da û ji Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya ê daxuyaniya “Feqiyê Teyran” dabû wiha pirsî, “Ka, we digot kurdî jî ya me?”
Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
DEM Partiyê pêvajoya civînên bi gel re, komxebat û konferansên xwe temam kir û di çarçoveya pêdivî û pêşniyarên herêman de hewl dide modêleke nû yê rêxistinbûnê bixe meriyetê.
Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
Biryar hat dayîn ku “Tifaqa Ked û Azadiyê” ya ku DEM Partî jî di nav de cih digire, were berfirehkirin. Di vê çarçoveyê dê wê bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re hevdîtin bên kirin.
Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de çû serdana Baroya Amedê û got ku ji bo aliyê hiqûqî û siyasî derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.
Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li kongreya partiya xwe ya Sêrtê axivî, wiha got: “Rêya xelasiyê ya gelê kurd di rêxistinbûyînê re derbas dibe.”
Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got: “Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modêleke ku li gorî erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye.”
DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
DBP’ê encamnameya komxebata “Bi rêxistinbûyînê ve em ê ber bi azadiyê dimeşin” ya di 8-9’ê îlonê de li Amedê li dar xist eşkere kir. DBP’ê wiha got: “Dem dema rêxistinbûyînê û serkeftina azadiyê ye. Li hemberî herikandina dîrokê em ê bi rêxistinbûyîna xwe û bi meşa azadiyê bibin bersiv.”
Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
Endamên MYK’a DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê civiyan. Hat zanîn ku gelek mijar di rojeva civînê de heye.
SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku îfadeya “Misogerkirina mafên gelê kurd” a di rêziknameya wan de weke sûc hatiye dîtin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin û li dijî vê hewceye em têkoşîna yekbûyî birêxistin bikin.”
DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî kuştina Narîn Guran de pêşniyaznameya bi daxwaza ku wezîr Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşkêşî Meclisê kirin û pirsa gotinên parlamenterên AKP’ê ji wezîr kirin.
'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz bal kişand ser êrişên nijadperest ên AKP-MHP'ê û desthilatê hişyar kir ku "dest ji kurdan berdin" û Hevberdevkê Marmarayê yê DBP'ê Mevlut Aykoç jî destnîşan kir ku tekane rêya rabûna li ber êrişan rêxistinkirina xweparastinê ye.
Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wêneyê baskê îktîdarê li Milazgirê parve kirî weke “wêneyê gefê ye” nirxand û wiha got: “Ew tifaqa qirêjî dikare bi destê hêzên demokrasiyê vala were derxistin.”
MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê sibê bi rojevên wek “Tifaqa Demokrasiyê”, 1’ê Îlonê û geşedanên têkildarî Can Atalay û gelek rojevên din bicive.