Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê meseleya kurd li ser maseyeke hemû partî li ser civiyayîn were axaftin û wiha got: “Em kurdan bikin xwediyên Komara Tirkiyeyê. Weke partiya damezirîner em li vir in, em pêşniyar dikin ku em hemû tiştan bi hev re bikin.”
Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
Vê hefteyê li Meclisê dê têkildarî bûdçeya 2025’an, teskereya dirêjkirina peywira leşkerên li Lubnanê û Paketa 9’emîn a Darazê bên nîqaşkirin.
Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jidil bin û wiha got: “Divê mirov ji tecrubeyên berê derse bigirin û hin tiştên nû bibêjin.”
Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya rêxistina Wanê de axivî û got: “Di tu pêvajoyek ku birêz Ocalan wek aktorê sereke neyê dîtin, ew pêvajo ne jidil û ne rast e.”
MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
MYK ya DEM Partiyê ji bo ku geşedanên dawî binirxîne dê sibê bicive.
Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo bi siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bîne, serlêdan kir.
Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
Hevdîtina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir.
Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê bi nûçegihanên parlamentoyê re civiya û got: “Îmrali muxatab e. Heke pêvajoyek dest pê bike wa Îmrali li wir e. Muxatabê duyemîn jî Meclis e. Em partiya Meclisê ne.”
Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
Rayedarên DEM Partiyê ku biendaze nêzî gava Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ya “silavdayînê” dibin, diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd weke amûrekê neyê bikaranîn û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke navnîşana çareseriyê nîşan dan.
DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bi mebesta lêkolînkirina tundiya li dijî jinan pêşnûme da Meclisê.
Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên Devlet Bahçelî yên derheqê partiya wan de axivî û wiha got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke navxweyî heye. Em ê gavên tên avêtin bişopînin.”
Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di axaftina xwe ya li Meclisê de gotibû ku “Armanca Îsraîlê ya pişt re Tirkiye ye”. Rûniştina girtî ya Meclisê ku piştî vê yekê biryara wê hatibû girtin, tê payîn ku îro pêk were.
Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya û bal kişand ser nîqaşên Destûra Bingehîn û got: "Em ji muzakereyan re hene, lê heke nebe em ji têkoşînê re jî hene."
Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê ya saet di 15.00’ê de bicivin.
Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan geşedanên dawî yên li Rojhilat nirxand û wiha got: “Çareseriya şerê li Rojhilata Navîn, paradîgmaya neteweya demokratîk e.”