Aldar Xelil: Me bi perwerdê destpêkir bi komînan tacîdar kir
Endamê Rêvebir a Desteya TEVDEM'ê Aldar Xelîl, têkildarê hilbijarên Bakurê Sûriyeyê nirxandin kir û diyar kir ku serkeftina projeya Sûriyeya Demokratîk stratejiyek girînge.
`Tirkiye bi van polîlîtikayan dê winda bike`
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz anî ziman ku sedema ku Tirkiye li Deriyê Sînor ê Xabûrê leşkeran bi cih dike ew e ku bes ji bo destûrê nede destketinên kurda û wiha got: “Tirkiye polîtîkaya dijberî kurdan ji kirasê polîtîkaya hundurîn derxist.”
Parlamenterên HDP’ê: Naxwazin konekî kurdan jî hebe
Parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul û Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî tezkereya operasyona derveyî sînor a sewqî meclise hat kirin dan û gotin: “Tirkiyeye naxwaze konekî kurdan jî hebe.”
Baydemîr: Pirsgirêka kurd ne li DYA û Çînê li Îmraliyê çareser dibe
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, helwesta AKP û CHP'ê ya li diji referandumê rexne kir û diyar kir ku ew dê ji teskereya dervê sînor re bêjin na. Baydemîr, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd li DYA nayê gerîn, biçin li Îmraliyê bigerin.
Li dijî qirkirina neteweyî yekîtîya neteweyî
Xebatên yekitiya neteweyî ya bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hatiye destpêkirin bi hemû leza xwe didome û ji bo gelê Kurd ji qirkirinê xilas bibe, yekitiya neteweyî tê ferzkirin.
Partiyen kurdan: Tirkiye êrîşî Kurdistana Başûr bike dê winda bike
Partiyên kurdan ên li Amedê bertek nîşanî amadekariya êrîşa li dijî Kurdistana Federe dan. Nûnerên partiyan bertekên li dijî referandûmê jî rexne kirin.
Tirkiye kîjan deriyî digire?
Piştî Herêma Federal a Kurdistanê biryara referandumê da, Tirkiyeyê got ku "Em ê deriyan bigirin", lê Tirkiye bi hezar û 500 fîrmayên xwe yên li başûrê Kurdistanê re xwedî rêjeya sedî 50 ya bazarê ye. Para herî mezin a îxracatê jî ji bajarên bi nijadperestiyê pesnên xwe didin re diçe.
Çeper li Tirkiye teng dibe
Îktîdara AKP'ê bi dirêjkirina pêvajoya OHAL’ê bertekên li dijî xwe zêde dike. AKP li derve jî bi polîtîkayên nakok ên Navneteweyî ketiye nava grêka kor. Bi taybetî Tirkiye di NATO de cihê xwe winda kir, muzakereyên endamtiya NY'ê hatin rawestandin û firotina çekan hatin sekinandin. Razemeniyên aboriyê û geşedanên şerê navxweşî yên Sûriye siyaseta Enqereyê xetimand.
Hamzaoglu: Li dijî faşîzmê divê seferberiya têkoşînê
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu got: “Hemû aliyên dixwazin li dijî faşîzmê têkoşînê bikin pêwîste şewqeya xwe deynin pêşiya xwe. Heta em têkoşînek seferberî daneynin pêşiya xwe dê muhalefeta Tirkiyê bi xetereya windakirinê re bijî.”
'Dayîna dengan xwedî derketina li vîna xwe ye'
Rêvebera Buroya Jinê ya PYD'ê Beşîra Derwîş têkildarî tevlîbûna jinan a nava hilbijartinên komunan de axivî û wiha got: "Banga min ji tevahî jinên bakurê Sûriyê re heye ku rola xwe di hilbijartinan de bilîzin û dengê xwe bidin. Dayîna dengê xwe tê wateya ku jin li îradeya xwe xwedî derdikevin."
Koçyîgît: Referandûm bi yekitiya neteweyî bi wate dibe
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku referandûm mafekî rewa ye, lê ji bo pirsgirêkên heyî nabe çareserî. Koçyîgit, anî ziman ku referandûma bi wate bi yekîtiya neteweya kurd pêk tê û watedar dibe.
Konca: Tu kes nikare vîna gelê kurd bişkîne
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter, mîtînga Wijdan û Edaletê pêk anî. Gel li dijî faşîzmê hêrsa xwe anî ziman. Osman Baydemîr, anî ziman ku dê li şûna gora Dayika Aysel Tugluk Hatûn Tugluk a vala maye faşîzmê defin bikin. Besîme Konca jî anî ziman ku tu hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne û cihê jin lê têbikoşin dê AKP têk biçe.
Yildirim: Tirkiye wê winda bike
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, der barê hewldana Tirkiye ya ku dixwaze mudaxaleya Kurdistana Başûr bike, diyar kir ku eger Tirkiye mudaxaleya leşkerî bike dê winda bike û wiha got: "Tirkile li Sûriye şaşî kir û winda kir. Em naxwazin Tirkiye li Başûr jî winda bike. Ya winda bike mirovên vî welatî ye."
Kemalbay: Em ê helwestek hevpar nişani êrîşan bidin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay ji bo referandûma Kurdistana Federe diyar kir ku bi polîtîkayên êrîşkar ne rê li ber Rojava û ne jî li ber Kurdistana Federe tê girtin û got: "Ji ber şer gelên Tirkiyeyê berdêlên giran didin. Ger ku êrîş bikin em ê helwestek hevpar nîşan bidin."
Onder: Tu tişt bi qasî êrîşa cenaze bi min giran nehat
Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, ku bû şahidê êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk, diyar kir ku di dîroka vî welati de bûyerên Dersim, Çorum, Sêwas, Mereşê hene û wiha got: "Lê tu bi qasî êrîşa li dijî cenaze bi min giran nehat. Şaşbûna me ya li hemberî vê yekê xamtiya me ye."