Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim destnîşan kir ku bi bûyera Mûglayê re “Tirkiye bûye komara îşkenceyan” û got: “Kesên li Mûglayê bi saxî desteser kirin, bi fetisandinê hatine kuştin.” Yildirim li ser pêkanînên qeyûman jî wiha got: “Êdî navê van ne qeyûm e navê wan xortomcî ne”
Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
Hevşaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk di 5'emîn salvegera damezirandina HDP'ê de diyar kir ku heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin û wiha got: "Tevî hemû neheqî, bê hiqûqî û zilmê em îro dîsa li ser piyan in. Em di ber xwe didin em dê di ber xwe bidin."
Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi peyamekê salvegera partiya xwe pîroz kirin. Demîrtaş di peyama xwe de ev tişt got: "Dema HDP bê 10 saliya xwe hûn bibînin. Bimeşe HDP rêya te vekirî be. Tuyê teqes bi ser kevî. Başe ku tu heyî. Salên te zêde bin..." Fîgen Yuksekdag jî aşkera kir ku ew deyndarên hemû pêşengên li cîhanê ne û dê bi hêzê mezinbûnê bi ser kevin.
HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Muglayê de têkildarî qanûna miftîtiyê axivî û wiha got: “Serokomar Erdogan bixwaze jî nexwaze jî ew qanûn dê neyê qebûlkirin. Em jin dê destûrê nedin vê yekê.”
HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
Rêxistina HDP'ê 5'emîn salvegera xwe li Stenbolê pîroz kir. Di şahiyê de ji bo azadiya Ocalan dirûşme hatin berz kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku ew dê vê keştiyê bi piştevanî û şewirê bigînin gravê û wiha got: "Hêviyên me mezin in. Em dê bi hevre bi ser bikevin."
Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, revandina xwendekarê Zanîngehê Denîz Bahçecî yê ji aliyê kesên wekî KGT'ê xwe dan naskirin pirsî. Sarihan, ji wezîr Soylu pirsa "Kesên xwe wekî KGT'ê pênase kirin kîne" pirsî.
Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
Hêzên muxalif têkildarî niqaşên nava AKP'ê, rewşa AKP'ê wekî Keştiya Noqî avê dibe pênase kirin. AKP dixwaze kesên wekî westiyayî îstîfa bike. Kesên li dijî îstîfayê di ber xwe didin jî li djî wan ji nava AKP'ê dengê “qeyûm" bilind dibe.
Mistefa: Erdogan li dijî kurdan bi dijminê xwe re îtîfaqê çê dike
Hevseroka Kantona Efrînê Hevî Mistefa, têkildarî ketina leşkerên Tirkiye ya Idlibê û daxuyaniyên îktîdara AKP'ê diyar kir ku Tirkiye li ser navê "Parastina sivîlan" dikeve Idlibê û wiha got: "Lê di rastiyê de armanca Tirkiye ya sereke pêşîgirtina destkeftiyê kurdan e. Erdogan li dijî kurdan bi dijminê xwe re îtifaqê çê dike. Lê Erdogan çi bike jî dê Idlib bikeve."
HDP dê damezrandina xwe ya 5’emîn pîroz bike
HDP dê salvegera damezrandina xwe ya 5’emîn sibê li Stenbolê bi şahiyekê pîroz bike.
Li Meclisê pirsa 'Kurdistan’ê
Di demên dawî de li Meclisa Tirkiyeyê peyva "Kurdistan"ê ji ber ku şaş tê gotin, Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan bi pirsnûmeyekê xwest "Şaşî bê sererastkirin".
Tirkiye bû 'Komara Mûzê', lê nebû 'Komara demokratik'
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, pergala li Tirkiye rexne kir û wiha got: "Li Tirkiye demokrasî bû "Komara Mûz"ê, Razemenî bû "Komara Betonê", Perwerde bû "Komara Kobay". Lê tu carî ev welat nebû "Komara demokratik".
Arslan: Erdogan dibêje 'Bila kurd nebin xwedî gotin'
Serokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan aşkera kir ku derdê Tirkiyeyê ne Idlib, dorpêça Efrînê ye û wiha got: "Daxwazeke Erdogan a der barê Tirkiyeyê de tune, daxwaza 'Bila kurd nebin xwedî gotin' heye. Polîtîkaya wan a dijberî kurdan ji bo hemû parçeyan derbas dar e."
Demirtaş ji Serokê Meclîsê xwest rojevê meclîsê ji wan re bişine
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, daxwazname ji Serokê Meclîsa Tirkiye re şand û xwest gotina Wezîrê Dadê ya "Girtina li girtîgehê li pêş wekîltiyê ne asteng e" esas bê girtin û rojeva parlamentoyê ji wan re bê şandin.
Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di civîna koma HDP'ê ya meclîsê de bal kişand ser komkujiya 10'ê Cotmehê û komkujiyên din û wiha got: "AKP ditirse berpirsiyarê van komkujiyan ronî bike. Ji ber ku berpirsê van sûcan AKP ye. AKP sûcê xwe vedişêre.
‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û aborîzan Sezaî Temellî, anî ziman ku ji bo kirîna çekan û kêmasiya budçeyê ji holê bê rakirin îktîdar difikire ku di sala 2018’an de zemên OTV û MTV’ê bîne. Temellî, dest nîşan kir ku hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire.