Arslan: Dest ji polîtîkayên dijberî û sorkirina gelan berdin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan bal kiyand ser politîkayên AKP'ê yên ku têkiliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji derve qut kirine û wiha got: "Hesasiyeta gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan diyar e. Divê hikûmet dest ji polîtîkayên ku gelan li hev sor dike û aloziyê pêş dixe berde."
Kemalbay: Heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê dê kaos derkeve
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di çarçoveya hevdîtinên gel de li Êlihê bi gel re hatin gel hev, di mijara Ocalan de careke din AKP hişyar kir. Kemalbay aşkera kir ku heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê, dê kaos û tevlihevî li welat derkeve.
Piştî Kerkûkê çav berdan deriyên sînor
Piştî peymana di navbera Îran, Iraq û Tirkiye de peşmergeyan Kerkûk beyî şer radestî Iraqê kir. Niha jî tê niqaşkirin ku peşberge deriyên sînor dewrî Iraqê bike.
Kemalbay: Şer û kuştin girêdayî tecrîdê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, dest nîşan kir ku nediyariya ewlehiya jiyanî, bi awayekî ne zelal nedaxuyandina îthamên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, tên wateya şer û pevçûnê û wiha got: “Ancax bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin.”
Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
Parlamenterên HDP'ê Gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Amara ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. HDP'iyan li Gund birayê Ocalan Mehmet Ocalan ziyaret kirin û daxwaza şifaya Mehmet Ocalan kirin.
Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Alî Arslan da zanîn ku ji bo rewşa xirab a li Tirkiyeyê belav bibe, tenê gotineke Ocalan bes e û ev tişt got: "Em ji bo mirovahiyê têkoşîna xwe li dora Ocalan mezin bikin û tecrîdê bişkînin."
Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne
HDP'ê der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxwaza Lêkolîna Meclisê kir.
Tuncel: Êdî dem dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz e
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin û wiha got: “Wek a ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.”
Ocalan a HDP'î cînayeta Helîn Palandoken ji meclîsê pirsî
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan cînayeta Helîn Palandoken anî rojeva meclîsê û xwest wezîr Fatma Betul Sayan Kaya heta niha li dijî cînayeta jinan polîtîkayên çawa pêş xistine aşkere bike.
Hevdîtin bi dawî bû: Me meseleyên welat nirxand
Hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi dawî bû. Yildirim got: “Me meseleyên welat nirxandin.” Kiliçdaroglu jî got: “Birêz Serokwezîr di hin mijaran de agahî da me.”
‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bertek nîşanî êrîşên Iraq û Heşdî Şabî yên li hemberî Kerkûkê da û diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî van êrîşan tewrekî hevpar nîşan bide û wiha got: “Heke êrîş berdewam bikin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin.”
Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
Civîna MGK’ê ya ji bo dirêjkirina OHAL'ê bi dawî bû. Di civînê de hat xwestin ku 3 meh din OHAL bê dirêjkirin.
Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
Nivîskar-lêkolîner Hamîde Yîgît diyar kir ku peywira "Tişta ku te kiriye paqij bike" li Idlibê dane Tirkiyeyê û da zanîn ku Tirkiye li vir peywira rewabûna Nusrayê girtiye ser xwe. Yîgît krîza DYA'yê jî bi vê ve girêda û wiha got: "Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye."
Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
Cîgirê Sekreterê YNK'ê Kosret Resûl Elî têkildarî rewşa Kerkûkê diyar kir ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin û got; "Em ê bi tu rengî êrîş nekin. Em naxwazin ji şer re bibin pêşeng, lê em ê parastinê bikin.
Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, li ser polîtîkayên hikûmetê yên derve rawestiya û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiye yên derve xelas bûne. Serokomar Erdogan ji ber polîtikayên derve ketiye panîkê. Hikûmet êdî nikare polîtîkayên derve diyar bike."