Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re got: “Bawerim şandeya me dê di nava vê hefteyê de bi birêz serokkomar re hevdîtinê bike.”
Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bikeve rojevê û got: “Astengiyên li pêşiya aştiya civakî ne bi gotinan, bi gavên wêrek dikarin bên rakirin.”
Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî ferzkirina lêgerîna tazî ya ji bo kesên ku dema protestokirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatine girtin îdîa kir ku li Tirkiyeyê lêgerîna tazî nîn e
Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel got: “Tayyîp Erdogan êdî veguheriye serokê cuntaya ku kesên piştgiriya gel wergirtine hedef digire. Êdî rewatiya Erdogan nîne.”
Bahçelî gef li CHP û medyayê xwar
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi boneya protestoyên Îmamoglû hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi bîr xist û ev gef xwar: "Jibo dayina bedela wê amade bin.”
Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li bajarê Silêmaniyê bi nûnerên Tevgera Goran re hevdîtin pêk anî.
MYK’a DEM Partiyê civiya
MYK’a DEM Partiyê bi boneya nirxandina geşedanên di rojevê de bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.
Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
DEM Partiyê ji bo 21'ê Adarê roja Newrozê weke betlaneya fermî bê qebûlkirin pêşnûme qanûnek pêşkêşî meclisê kir.
MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
Piştî operasyona binçavkirinê ya li dijî Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, DEM Partiyê biryar da ku li Amedê bicive.
Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan bi wêrekî û berpirsyariyeke mezin pedal a destpêkê zivirand. Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye.”
DEM Partî çû serdana AKP'ê
Hevdîtina DEM Partiyê ya bi AKP'ê re di çarçoveya hevdîtinên ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de destpê kir.
Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re dest pê kir.
Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
Erdogan, diyar kir ku heke daxwazeke Şandeya Îmraliyê ya ji bo bo hevdîtinê çêbibe, ew ê pê re hevdîtinê bike.
Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişandin ser komkujiyên li Sûriyeyê li ser Elewiyan û got: “Peymana HSD’ê bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re mohrkirî, ji bo pêşîlêgirtina komkujiya ser Elewiyan gavekî gelek girîng e.”
Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” cihê xwe bigire hewcehî bi sererastkirinên qanûnî û hiqûqî heye.