Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya partiya xwe de axivî û wiha got: “Hin îdîayên em bi AKP’ê re hevdîtin dikin hene. Dev ji hevdîtinê berdin, em difikirin ku AKP’ê li binguhê erdê bixin.”
Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Kongreya Bajêr a Enqerê de axivî û got: "Ger em dixwazin AKP têk biçe, dem dema avakirina yekitiyek xurte. Em banga tifaqê li hemû beşên civakê dikin. Feraseta ku hevalên me di girtîgehan de digire, ne mimkûne ku em hevdîtinê bi wan re bikin."
PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke
Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, diyar kir ku ew girîngiyê didin hilbijartina herêmî û got: “Di pêvajoyeke wiha de pêwîstî bi helwestek nû ya demokratîk heye. Ji ber vê helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke.”
HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!
Komîsyona Rêxistinkirina Navenda HDP’ê, di nîşeya agahî dayîna ji hemû parlamenter, rêxistinên navçe-bajaran û meclîsan şand de, xwest ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamantera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîtî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pê kirin, derkevin.
Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç piştî civîna MYK’ê daxuyanî da û got: “Yên ku îdia dikin û dibêjin HDP bi AKP’ê re muzakereyan dike bila di eynikê de li xwe binêrin.”
Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin divê gelên Tirkiyeyê bên gel hev û got: “Ev bangek xwezayî ya îtîfaqê ye. Heke ev pirsgirêk me hemûyan difetisîne, wê demê lazim e em rêya nefes sitendinê bi hev re bibînin.”
HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
HDP ji bo hilbijartina herêmî dest bi civînan dike. HDP dê di navbera 9 û 14’ê mijdarê de civînên MYK, PM, Hevserokên Bajaran û Meclîsa Jinan pêk bîne û piştî civînan dê ji bo hilbijartinê dakeve qadan.
Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
Erol Katirçioglu yê HDP’î, diyar kir ku nelirêtiyên di raporên Dîwana Muhasebetê (sayiştay) de lêpirsîn baş nayin kirin û got: “Dema lêpirsîn hinek tê kûrkirin, dibin hemû nelirêtiyan de, mirovên têkiliya wan bi Teyyîp Erdogan re hene, derdikevin holê.”
Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin
Wekîlên Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bîlgen ji bo nelirêtiya qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê di raporên Dîwana Muhesebatê de derketin holê bên lêkolînkirin pêşniyazname dan Meclîsê.
Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî êrîşên li hemberî Kobanî û Girê Spî tên kirin dan. Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye li hêlekê dişewite li hêla din jî gefan dixwe û got: "Tiştên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên."
Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
Hevserokê giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên nelirêtî, dizî, talan, tundî û hîleyan û wiha got: "Rêya me rêya azadî û demokrasîyê ye. Rêya gelan û hemû hevrêyê me ye. Bi qasî misqalekê rêya me ya em bi AKP'ê re bimeşin tune ye." Temelî, anî ziman ku 5 meh ji bo hilbijartinê li pêş wan maye û ew dê bi şev û roj kolan bi kolan, tax bi tax betanên xwe berdewam bikin û dawî li îktîdara tundî, talan, nelirêtî û ceberût bînin.
Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, qeydên dengan ên hevdîtina rişvetê ya Qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat kirin, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî. qeydên
HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
HDK'ê encamnameya Civîna Meclîsa Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK'ê bertek nîşanî erîşan da û got: "AKP angaşt dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji Zîrveyê girtiye êrişî Rojava dike."
Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen hişyarî da û got krîzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine afirandin, wê rê li ber şer vekin.
Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi gotina “Deqeyek be jî em dê şaredariyan ji destê wan bigirin" û helwesta hikûmetê ya li dijî vîna gel şermezar kir. Koçyîgît, diyar kir ku ger qeyûm tayînî şaredarian bikin dê bi milyonan li şaredariyan xwedî derkevin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî diyar kir ku mirovên jiyana wan ser û bino bûne hene wiha got: "Divê mirov dest van mirovan bidin û êş û hestên wan hîs û parve bike."