Kerestecioglu: 31'ê Adarê dikare deriyê demokrasiyê veke
Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecioglu, xwest her kes di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan dengê xwe bavêjin û wiha got: "Hilbijartina 31'ê Adarê ya herêmî dikare deriyê demokrasiyê veke. Dikare bibe wesîleya ku Tirkiye bêhnê bistîne."
Temellî ji Bismilê bang kir: Em 31'ê Adarê diçin ser sindoqan
Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezaî Temellî, li Bismilê li gel baran û gijlokê bi hezaran re hat cem hev tev li mîtîngê bû. Temelli, anî ziman ku ew dê di 31'ê Adarê de bersîvek xurt bidin îktîdarê û wiha got: "Em dê biçin ser sindoqan. Wê HDP û demokrasî ji sindoqan derkevin.
Oluç ji bo AKP-MHP’ê got: Em hemû heqaretên we li ew vedigerînin
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku cara ewil e kampanya hilbijartinek wiha ku ji terbiyeya siyasî û ehlaqê dûr e tê birêvebirin û got: “Em hemû wan heqaretên we li we vedigerînin. Em ê hesabê van heqaretan bi rêyên siyasî bipirsin.”
HDP, KCD, DBP û HDK: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
HDP, KCD, DBP û HDK'ê têkildarî geşedanên dawî û tecrîdê civîna hevpar pêk anîn. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, anî ziman ku bêdengiya îktidarê ya li hemberî daxwazên girtiyan nayê qebûlkirin û wiha got: “Hûn çi bikin bikin hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin. Berpirsê kesên di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest dide hûn rayedar in.
Temellî: Ji ber hikûmet bêdeng e cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bal kişand ser cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin û wiha got: "Hikûmet bêdengiya xwe ya li hemberî çalakiyên li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê berdewam dike. Ji ber ku hikûmet guh nade daxwazênk girtiyan îro cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket. Em dê ne bi mirinê, emê bi jiyanê têbikoşin û tecridê bi dawî bikin."
Arslan: Kurd wê bersîvê bidin zilmkaran
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di mîtînga li navçeya Gimgimê ya Mûşê de bertek nîşanî revandina cenazeyê Zehra Saglam da û wiha got: "Dixwazin Kurd ji zilma li wan tê zilmekê hilbijêrin. Lê gelê me wê di 31'ê Adarê de bersîva herî rast bidin wan."
Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
Heyeta Norveçê ya li Sêrtê HDP’ê ziyaret kir got: “Ji duh ve em malbatan ziyaret dikin. Dema em li rewşa malbatan dinêhirin qewimandinên li Tirkiyeyê şerma mezin e.”
Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Navçeya Dihê axivî û got: “Newrozê wê îsal heta 31’ê Adarê dewam bike. Em heta 31’ê Adarê bi ruhê Newrozê bixebitin û em ê têkoşîna aştî û demokrasiyê bigîhinin serkeftinê.”
Beştaş: Êrîşkarê avahiya HDP’ê beyî îfade bide hat berdan
Parlanentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku êrîşkarê avahiya HDP'ê Sedat Kizilkan ê bi çekan êrîşî avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê kir, beyî îfade bide serbest hatiye berdan û mijar bir rojeva meclîsê.
Olûç: Çalakiya grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk debas kirin
Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, derbarê rojevên heyî de nirxandin kir û got: "Zulkuf Gezen li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest da. Grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk derbas kirine!”
Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Burhaniye ya Balikesîrê bi gel re hat cem hev û diyar kir ku AKP xweza talan kir û wiha got: "Ma Çiyayên Kaz cihê madenvanî ye. Madenvanî çawa li vir tê kirin? Hurmeta wan ne ji xwezayê û ne jî ji welat re heye. Wê bêjin piştî me tûfan e û yên din hemûyan înkar bikin."
Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin
Namzetê HDP’ê yê Hevaşredariya Mêrdînê Ahmet Turk li Navçeya Misircê beşdarî hevdîtina gel bû û ji bo qeyûman got: “Siwar hatin û wê peya biçin.”
Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li navçeya Kaxizmanê xîtabî gel kir û xwest hikûmet zagon û hiqûqa xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Buldan, anî ziman ku bi hezaran kes bi yek daxwazê di girevê de ne û dixwazin tecrîd rabe û Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bi rêk û pêk hevdîtinê bike.
Buldan: 1.5 trilyon deynê kahwe û çîkolata li pey xwe hiştine
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, têkildari xebatên hilbijartinê li gelsê bi gel re hat cem hev. Buldan, bal kişand ser namzetên AKP- MHP’ê û got: “Yên dengê xwe bidin namzetên AKP-MHP'ê dê dengê wan biçe çopê. Gelê Qersê dê namzetên wan bi Ekspresa Rojhilat bişîne Enqee.
Omer Ocalan ji Wezareta Dadê xwest hemû qedexeyên li ser Ocalan rakin
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Wezareta Dadê re daxwazname şand û xwest hemû zext û qedexeyên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin.