Taşçier: Divê îtifaq berdewam bike
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku tifaqa HDP’ê ya di çarçoveya hilbijartina herêmî de bi partiyên Kurdan re avakir, ji bo Yekitiya Neteweya Kurd pêngavek dîrokiye û got: “Gelê Kurd dikare bi hevre têbikoşe. Hem HDP û hem jî partiyên Kurdan ji bo dewamkirina vê tifaqê amadene.”
Temellî: Îktîdar li şûna dersê derxe di şaşiyan de iskar dike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li gel hevşaredaran civîna çapemeniyê pêk anî. Temellî, diyar kir ku li şûna îktîdara AKP'ê dersê ji encama hilbijartinê derxe, di şaşiyên xwe de israr dike û wiha got: "Em dibînin ku li şûna îktîdar dersê ji encama hilbijartinê derxe, heffteyek e di şaşiyan de iskar dike."
Leyla Guven 151 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 151 rojin li ber xwe dide.
Buldan: Divê YSK bi lez erka xwe pêk bîneTemelli: Aqilê ku encama hilbijartinê tune dibîne li ser kar e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, der barê encama hilbijartinê de daxuyanî da û bang li rayedarên YSK'ê kir ku bi lez bê ker kar û erka xwe pêk bîne. Buldan, anî ziman ku cihê ji destê HDP'ê girtine jî bi listik û hileyan ji destê wan girtine. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli jî anî ziman ku îktîdar encama hilbijartinê tune dihesibîne û got: "Aqilê ku encama hilbijartinê tune dibîne li ser kar e."
Konûkçû: Xeyaletê 7'ê Hezîranê li ber Erdogan e
Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konûkçû, anî ziman ku stratejiya HDP'ê di cî debûye û got: "Erdogan, ji 7'ê Hezîranê ve hewl dida pêvajoyê bi paş ve bide. Dît ku heyaletê 7'ê hezîranê li ber wî ye."
‘HDP'ê bi stratejiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de rê li demokrasiyê vekir'
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, diyar kir ku bi saya stratejiya HDP'ê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê vebûye. Rêvebira HDP'a Amedê Sûzan Îşbîlen jî bal kişand ser hîle û xurdeyên îktîdarê.
Bûldan: Ger îtîrazên me yên li Mûşê neyên qebûl kirin emê serî li AYM û DMME bidin
HDP'ê, ku got li Mûşê bi aşkere hîle heye, diyar kir ku vîna gelê Mûşê tê xesp kirin û ger îtîrazên wan neyên qebûl kirin dê derî li AYM û DMME bidin. Bûldan, anî ziman ku hevşaredarên Mûşê Birêz Sakik û Birêz Gençin.
Wê pêşî deyn û nelirêtiyên qeyûman bi gel re parve bikin
Hevşaredarên nû yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, diyar kirin ku wexta ew mazbataya xwe bigirin ewilî wê deynên şaredariyê û nelirêtiyên hatine kirin bi raya giştî re parve bikin.
Îmamoglu: Ez dê her kesi hembêz bikim
Ekrem Îmamoglu yê di pêşbaziya hilbijartina Serokşaredariya Bajarê Stenbolê de bi ser ket got: "Ez soz didim we ku ez ê bibim serokşaredarek ku hemû beşên civakê hembêz bikim. Ez li vir beyan dikim ku ez ê bibim xizmetkarê siboroja hemdem a vî bajarî."
Sakik: Serkeftin tune qexp heye
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik, diyar kir ku 2 hesar û 500 dengê hatiye bikaranîn, hatiye betalkirin û wiha got: “2500 dengê çûye sindoqê hatiye betalkirin. Deng heye, lê hêj em bi ser neketine. Ji ber ku xezp heye.
Temellî dengê xwe bikar anî: Demokrasî bi ser dikeve
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Stenbolê dengê xwe bikar anî. Temellî zerfa dengê xwe bi gotina “Demokrasî bi ser dikeve” berda sindoqê.
Temellî: Ev deng wîcdanî ne, Mehmet Tunç, Dayika Taybet, Cizîr û Şirnex e
Li Şirnexê bi deh hezaran welatî tevî barana zêde beşdarî mîtînga HDP'ê bûn. Di mîtînge de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Temellî, di mîtingê de got: "Deng û rayên me biçin ku pir baş tê zanîn. Ev deng wîcdanî ne. Ev deng Cizîr, Şirnex û Mehmet Tunç û Dayika Taybet in. Demokrasî wê di 1'ê Nîsanê de li Tirkiye belav bibe.
Demîrtaş bang kir: Li her derê em hêza xwe bidin nîşandan
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku girtî ne bang li hilbijêrên HDP'ê kir û got: "Ya ku encama vê hilbijartinê diyar bike dengê we ye. Dengên stratejîk wê hêza me nîşan bide. Biçin dengdayînê.”
Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bang li gelê kurd kir û got: “Heke navê HDP’ê hebe dengê xwe bidin HDP’ê. Heke navê HDP’ê tune be kî li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê xurt be dengê xwe bidin wî. Ev tercîhek ku hêza HDP’ê dide nîşandinê ye. Li Amed, Qers û Wanê HDP’î bi kîjan hestî diçin ber sindoqan, li Stenbol, Antalya û Îzmîrê jî dê bi heman hestî biçin dengê xwe bidin.”
Hevberdevka HDK’ê Kiliç: Ji bo ku hûn zilmê li me bikin me deriyên Milazgirê venekirine
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di mîtînga Milazgirê de xwîtabî gel kir û got: “Ji bo ku hûn zilmê li me bikin, me deriyên Milazgirê venekirine. Me ji bo jiyanek hevpar ev derê vekir.”