Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de AKP têk çû û wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de jî têk biçe û wiha got: “Ji bo qadek berfireh bide dengê xwe bide Ekrem Îmamoglu emê xebatê bimeşînin."
Temellî: Êdî dem dema demokrasî, aştî û edaletê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma HDP'ê ya Meclîsê de axivî û bal kişan ser îşkenceya li gundên Xalfetiyê. Temellî, da zanîn ku salên 90'î li Xalfetiyê, li dijî dayikên li kolanan dubore dibe û wiha got: "Li Tirkiye siyaseta ku nayê guhertin îşkence û zilma li dijî gelê Kurd e." Temellî, bal kişand ser Îtîfaqa Demokrasiyê jî û wiha got: "Êdî dem dema îtîfaqa demokratîk e. Dem dema aştî, demokrasî, edalet û hiqûqê ye."
HDP: Em barbariya li Xelfetiyê rû da ji nêzîk ve dişopînin
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li Xelfetiyê li dijî gel îşkenceya bi barbarî hatiye kirin û got: "Em barbariya ku li Xelfetiyê rû da ji nêz ve dişopînin. Ji bo kesên ku tev li vî sûcî bûne, polîs, tîmên taybet, leşker û yên ferman dane bên lêkolîn, em serî li saziyên dadgeriyê didin."
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Em dipên ku kaosê vegerînin pevajoya aştiyê
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyad Ceylan, têkildarî êrîşa li ser çalakgerên ku ji bo tecrîdkirina Îmraliyê bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê nirxand û wiha got: "Ev êrîş, hewldanên provokatif in. Em van êrîşan şermezar dikin. Em dipên ku vê kaosa civakî vegerînin aştiya civakî."
Berdevkê HDP'ê: Madem astengiya zagonî tune rêya Îmraliyê vekin
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a "Astengiyên li pêş parêzeran hatiye rakirin" de got: “Madem astengiyên zagonî tune wê demê bi lez rê li pêş parêzeran vekin û bila rêya Îmraliyê vebe."
Wezîrê Dadê Gul: Qedexeya li ser parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin
Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, diyar kir ku qedexeya li ser parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike hatiye rakirin.
Midûr Ercan Înceler ê hat îdîakirin ku ‘îşkencekare’ di rojava Meclîsê de ye
Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel, Midûrê 2’yemîn ê Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê Ercan Înceler ê hat îdîakirin ku îşkencê bi girtiyan dike, ji Wezareta Dadê pirsî.
Parlamenterê CHP’ê Bekaroglu: Tişta daxwaz dikin zagonî ye
Parlamenterê CHP'ê Mehmet Bekaroglu, têkildarî çalakiya dayikên girtiyan a li Meclîsê û êrişa li dijî dayikan nirxand û got: "Kî dibe bila bibe divê zagon ji bo her kesî wek hev têkevin meriyetê. Wê demê em ê bibin dewleta hiqûqê. Niha tişta dixwazin, daxwazek zagonî ye."
Sarisaç têkildarî girtina saziyên kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, ji ber 15’ê Gulane Roja Cejna Zimanê Kurdî, ji bo diyarkirina bandora neyînî û encamên girtina saziyên kurdî yên li ser kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê.
Hatîp Dîcle: Ocalan ji bo Rojhilata Navîn demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike
Siyasetmedar Hatîp Dîcle, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nameya xwe de, xeta xwe ya 2013'an parastiye û got: "Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û Suriyeyê demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike."
Kiliçdaroglû: Dayikên li girtîgehan ji bo ku zarokên wan nemirin radiwestin çov dikin
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, derbarê Dayikên Şemiyê û dayikên zarokên wan di grevên birçîbûnê de, yên dixwazin li ber girtîgehan çalakî pêk bînin û rastî êrîşan tên de, wiha got: “Dayikên ji bo ku zarokên wan nemirin li ber girtîgehan radiwestin çov dikin, wan kêm dixin. Gelo kijan dayik daxwaza zaroka wê bimire?”
Buldan: Wê her tişt muhteşem be
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Meclîsê de bang li hemû gelê Tirkiye kir ku di bin baneya HDP'ê û îtîfaqa Demokrasiyê de kom bibin û guh bidin peyama Îmraliyê û wiha got: " Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasî, edalet û aştiyê diparêzin, divê bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ger ku tecrîd rabe wê aştî, demokrasî û aramî pêş bikeve. Yên Tirkiye bi reve dibin bi şopa hilberîna SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve. Heta niha HDP'ê Tirkiye bi ser xist wê ji niha û şûnde jî bi ser bixe. Em dibêjin wê her tişt muhteşem be."
Olûç: Ma gotina ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike’ pir zor e?
Serokwekîlî Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan bang li muxalefetê kir û got: “Gotina ‘Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hiqûq pêk bê’ ji hêla ve gelek zor e?”
HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e
Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên dewam dikin de, banga "Dibe ku sibe pir dereng be" li hikumetê kir û got: "Êdî saet jî girîngin û em li gorî vê bang dikin."
HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê, diyar kir ku YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê û wiha got: "Heta ku şert û mercên azad ên hilbijartinê neyên avakirin, heta zextên li ser hilbijartinê û pariyên muxalif bi dawî nebin, mirov nikare qala hilbijartina demokratik û wekhev bike."