Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bal kişand ser erdheja Xarpêtê û diyar kir ku li vir derket holê ku di erdhejê de avahiyên hilweşiyan jî wekî îqtîdara AKP'ê riziya ne. Buldan, polîtîkayên notirvaniyê jî rexne kir û got: "AKP ji bo pergala faşîzma xwe biparêze, pergala notirvaniyê pêş dixe û ev êdî wê xelas nake. Raste em nikarin dawî li erdhejan bînin, lê em dikarin xwe ji AKP'ê rizgar bikin. Gel tu carî ne bê çare ye."
Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di konferansa partiya xwe de axivî û got: “Em rêxistikirina civakî girîng dibînin. Li qada rêxistinkirina civakî divê em carek din Ocalan bixwînin. Em ji nûve bifikirin.”
Buldan: Em ê bibin pira gelan
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 3'emîn Konferansa mezin a HDP'ê de axivî û got "Em ê bibin pira navbera gelan.
Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir
Konferansa HDP’ê ya beriya kongreya giştî ku dê gengeşeyan û pêşniyarên biryara dawî bên kirin dest pê kir.
Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin
Berpirsiyarê Rêxistina HDP'ê û Cîgirê Hevserokên HDP'ê Alican Onlu, diyar kir ku di niqaşan de nerîna "fikra xurt heye, lê rêxistina bi hêz tune ye" derketiye holê û wiha got: "Em dê di sibatê de kongeryê pêk bînin. Em dê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin."
HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
LRN'a HDP'ê têkildarî 2'emîn salvegera ketina Tirkiyeyê ya Efrînê daxuyaniyek da û ev tişt got: "Li şûna ku bi kurdan re şer bê kirin; divê ji bo înşakirina erdnîgariyeke bi edalet, aşitî, azad û wekhev berpirsyartî bên girtin."
Kubîlay: AKP nikare bibe Ferhat tenê dikare ji bo pereyan aşiq bibe
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku hemû zext û êrişên li dijî partiya wan li ser fermana Suleyman Soylu û Erdogan pêk tên. Kubîlay got: “Hûn kî ne û Ferhat kî ye. Hûn tenê ji bo pereyan dikarin aşiq bibin û çiyayan kûn bikin.”
‘Komxebata Yekîtiya Neteweyî’ sibê dest pê dike
Li Amedê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” ku dê bi rojeva yekîtiya neteweyî bê lidarxistin sibê dest pê dike.
YSK’ê navê 15 partiyên dikarin bikevin hilbijartinek muhtemel aşkere kir
YSK’ê têkildarî heke hilbijartinek muhtemel pêk were û lîsteya navê partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin aşkere kir. Partiya Pêşerojê ya Ahmet Davûtoglû di lîsteyê de cih nagire.
HDP'ê xwest cînayeta Hrant Dink ronî bibe
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, ji bo cînayetê Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrand Dink bê ronîkirin, xwest meclîs lêkolînê bike.
Buldan: Tevî zextên giran jî em li ser piya ne Temellî: Kongreya me banga ji bo hevdîtinek mezin e
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beriya kongreya xwe ya giştî di 23’ê sibatê de li dar bixin bi rojnamegeran re hatin gel hev. Buldan bal kişand ser girîngiya kongreyê û got: “Tevî hemû zextan jî em li ser piya ne.” Temellî jî got: “Kongreya me banga ji bo hevdîtina mezin e.”
Temellî hişyar kir: Dibe ku hûn vî welatî jî li ser meseyê bibînin
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, polîtîkayên derveyî welat ên desthilatê rexne kir û ev tişt got: "Polîtîkaya wan a derve weke ya Sûriyeyê ye. Ez ji vir hişyar dikim; xwe ji pir tevlî karê qad û meseyê nekin, dibe ku paşê hûn vî welatî li ser meseyê bibînin."
‘Wê tezkereya Lîbyayê bike ku Tirkiye bi tenê bimîne'
Parlementerê CHP'ê yê Îzmîrê Attîla Sertel, destnîşan kir ku Tirkiye bi şandina eskeran a ji bo Lîbyayê bûye alîgirê şer û got, wê ev yek tesîrê li aboriya welat û gelek tiştên din bike.
'Li balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarav hene, lê Kurdî tune çima?'
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku li Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene, lê di nava xizmetê wegerê de Kurdî tune ye. Beştaş, mijara tunebûna Kurdî bir rojeva meclîsê.
Piştî agirbestê Sarrac li Tirkiyeyê ye
Serokwezîrê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH) ya li Trablûsê Fayîz Sarrac, piştî agirbesta ku li welatê wî hat îlankirin, hat Tirkiyeyê.