Temellî: Tecrîd li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku 21 salin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn e."
Temelli: Çi karê we li Lîbyayê heye?
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û berê rexneyan da Serokomar Erdogan. Temellî polîtîkayên AKP'ê rexne kir û got: "Em ê ji tesrereya Lîbyarê re bêjin na. Çi karê te heye tu eskeran bişîne Libyayê. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin hilberîna nan û pêşerojê pêş bixin."
Rêxistina HDP'ê konferansa Anatoliya Navîn pêk anî: Dem dema hêviyê ye
Rêxistina HDP'ê konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Enqereyê pêk anî. Di konferansê de Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz, diyar kir ku tevî hemû êrîşan HDP li ser piyan e û têdikoşe û wiha got: "HDP bi biryar têkoşîna demokrasiyê pêş dixe. Dem dema hevîyê ye."
Buldan: Çûyîna AKP’ê di destê me de ye, em bi leztir bikin
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Antalyayê de axivî û got: “Roboskî birîna nekewandî ya vî welatî ye. Em ê Roboskî ji bîr nekin. AKP dijminê kurdan ye. AKP wê di demek nêz de belav bibe. Çûyîna lezkirina AKP’ê destê me muxalefetê de ye.”
Şenoglû: Rêya derketinê meclîs in
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû diyar kir ku pergala kurewî têk çûye û li dijî kapîtîlazmê li her devera dinyayê li rêya derketina ji vê yekê tê gerandin û got: “Meclîsên bajêran girîng in. Meclîs cihên xweparastina gel in.”
Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku divê her kes li dijî polîtîkaya mîltîtarîst û êrîşkar a îqtîdarê derkeve û bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkaya Lîbyayê jî helwest nîşan bide.
Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson bi rêya telefonê Lîbyayê axivîn.
HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Yortuya Noelê ya civaka xirîstiyan û Cejna Yaldo ya gelê asûrî pîroz kir.
Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got: "Dem hatiye ku em vê desthilatdariyê hilweşînin û bibin alternatîfa desthilatdariyê."
Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, bersiv da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku wî bi "endamtiya FETO'yê" sûcdar kir û ev tişt got: "Li şûna ku têkildarî angaştên îşekenceyê daxuyanî bide, sûcdariya FETO'yê dike û dixwaze xwe xelas bike."
Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku çavkaniya qeyrana li welat Pirsgirêka Kurd e û got ku pirsgirek tev dikarin bi 'tifaqa demokrasiyê' bên çareserkirin û pêşniyara "Em dakevin qadan" kir.
Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Salîm Kaplan, diyar kir ku AKP bi qeyûman pergal û rejîmek nû ava dike û wiha got: "AKP bi tayînkirina qeyûman dixwaze rejima nû ava bike."
Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê, Yoldaş Aydin û Gurbet Aydogan ji bo hevberdevkên nû yên meclîsê hilbijart.
Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
Serokê Rêxistina AKP’ê ya Midyadê Melîh Guneştan îstîfa kir.
Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
Di 3’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP’a Enqereyê de Perîhan Pakîze Sînemîloglû û Vezîr Coşkûn Parlak ji bo hevserokatiyê hatin bijartin.