Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e
Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e

Prof. Dr. Veysel Ulusoy, diyar kir ku rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê deynan bi deyna rûpoş dike. Ulusoy, bal kişand ser Peymana swapê ku Tirkiye bi Qatarê re îmze kir û lîmita wê derxistin 15 milyar dolarî û wiha got: “Dixwazin deyn bi deyn bigirin. Ev maqyaj e."

Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, gardiyanan destê 14 girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşên wan derxistin. Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, piştî hevdîtina ku bi girtiyan re hat kirin, mijarê bir rojeva meclisê.

'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’

Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku AKP dixwaze qeyûman mayînde bike ku xelkê birêve bibin û got: “Partiyên siyasî ya wê vê yekê qebûl nekin, yan jî wê dawiya xwe bînin.”

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê  gulanê ber bi serkeftinê
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya şoreşgerên pêşeng ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got: "Dewleta Tirk di vê demê de polîtîkayên xwe yên faşîst, qirker û dagirker didomîne. Emê li dijî vê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."

Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu têkildarî 261 cenazeyên li Goristana Kîlyosê bi awayek dij mirovane hatine veşartin xwest Meclîs lêkolîn bike.

HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo sazkirina Wezareta Ciwanan teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir.

Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr veşartina 261 cenazeyên li ser hev hatine veşartin ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay Pirsî û got: “Hûn vê hovîtiyê bi kîjan hêncetê dikarin rave bikin?”

HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe

HDK’ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî aşkere kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku îqtîdarê di pêvajoya şewbê de gel betal hişt û bi birçîbûnê re rû bi rû hişt û wiha got: "Îqtîdarê li gorî bîrdoziya xwe gav avêt. Yê ku vê îqtîdarê têk bibe têkoşîna gel ya bi rêxistinî ye."

Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku bi hedefnîşandana KCD’ê tê xwestin ku pêşî li xurtbûna kurdan a li qada demokratîk bê girtin û got: “KCD, di îddîaya muxatabbûna demokratîk a Pirsgirêka Kurd de ye.”

HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê ji Îbrahîm Kaypakkaya heta Hakî Karer şoreşgerên nemir ên di meha Gulanê de bi bîr anî.

Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê

Hevberdevka KÎD’ê û Parlamentera HDP’ê Huda Kaya tayînkirina qeyûman wek “têkçûna AKP’ê” şîrove kir û got: “Muxalefet di fetloneka dîrokî de ye. Ya hûnê bêjin îro roja piştgiriyê ye. Yan jî hûnê wek xwediyên Qesrê biçin sergoyê dîrokê.”

Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guvan bang li gel kir ku hêj talukeya vîrûsê berdewam dike û xwest di cejnê de neçin serdana hev û li şûna wê bi dîmen û telefonan cejnê hev pîroz bikin. Guven xwest her kes bi xwe tedbîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin.

Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin

Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku wê li ber siyaseta qeyûman çok daneynin û got: "Ev êrîş tenê ne li kurdan tê kirin, li hemû hêzên ked û demokrasiyê tê kirin. Bang li hêzên ked û demokrasiyê dikim. Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin."

Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Ger em îro hemû bi hevre li dijî tayînkirina qeyûm a Îdir û Sêrtê dernekvin, wê sibe dor bê Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr û Mêrsînê jî.”

Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin

Hevserokên HDP’ê yên Stenbolên Elîf Bûlût û Erdal Avci, helwesta hêzên demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman bêdeng man rexne kirin û bang li Serokê ÎBB’ê Ekram Îmamoglû kirin ku li dijî qeyûman bêdeng nemîne.

< 180 181 182 183 184 > Rupel 182 / 291