Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
Nûnerên partiyên muxalif bertek nişanî tayînkirina 5 şaredariyên HDP’î dan û diyar kirin ku ev berhemê hişmendiya darbeyê ye. Partiyên muxalif xwestin li dijî îqtîdara AKP-MHP'ê divê em têkoşîna hevpar pêş bixin.
Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a 5 şaredariyên HDP'ê da û wiha got: “Plana Îqtîdarê ya darbeyê didome. Şaredarî hedefa wan a ewil û herî girîng e. "
DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), diyar kir ku di Roja Cejna Zimanê Kurdî de Şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin û wiha got: "Îqtîdarê şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistine tayînkirina qeyûman dagir dikin. Qesp dike."
Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, zextên li ser kurdî bir rojeva Meclîsê û di salvegera 88’emîn a derçûna Kovara Hawarê ku 15’ê Gulanê ye ji 7 wezîran 88 pirs kir.
Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, geşedanên dawî yên siyasî nirxandin û helwesta hêza muxalif rexnekir. Turk, anî ziman ku hêza muxalif li pey rojevên sûnî ye û wiha got: "Ruhekî şoreşgerî û xebatek bi rêxistinî dikare gelek tiştan biguherîne. Divê gelê Kurd li dora rêgezan li hev kom bibe."
Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew partiya Tirkiyeyê ne û ev tişt got: “Gewdeya me kurd e. Kevneşopiya siyasî ya kurd me damezrandiye. Pêşaniya me ya herî girîng Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyeyê ne.”
Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku êrişa li dijî goristan û cenazeyan bi biryarek navendî tê birêvebirin û îqtîdar li pey rizgariya dê çawa xwe li pêya bigire ye.
HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
Komîsyona Kedê ya HDP’ê, têkildarî 6’emîn salvegera Komkujiya Somayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt got: “Faîlên Somayê ku niha hikumxwar in, bi sererastkirina înfazê hatin xelatkirin û wê di mehên pêş de bên berdan.”
Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku derdê Partiya Îyî ne welat e û got: “Heke derdê we kombûna derdora maseyek li Qesrê ye muxalefetê nekin amûrê vê yekê.”
Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê ku Rojnameger Mehmet Guleş bi rêya malbatê ragihand, bir rojeva meclîsê. Kaçmaz, pirsa “Pir hindik xwarinê didin girtiyan û li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Agahiya we heye?" kir.
Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê yekîtiya neteweyî de, daxwaza hevpar a gelê kurd e û got: "Ên ji bo vê daxwaza gelê kurd nebin bersivê wê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cih bigirin."
Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz, rewşa girtiyê nexweşê şizofren Yilmaz Altinok ê bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye” girtiye, birin rojeva Meclîsê.
Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
Parlamenterên HDP’ê bûyera ku polîsan da pey zarokan û zexta derûnî li wan kirin birin rojeva Meclîsê û diyar kirin ku tundiya polîsan a li dijî zarokên kurd didome.
Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
Parlamenter û Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku AKP bi niqaşên darbeyê hewl dide xwe mexdûr bike û emrê xwe dirêj bike û wiha got: "Lê di hilbijartina ewil de dê hêzae xwe winda bike."
Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bi telefonê li malbata zarokê ku polîsan li navçeya Nisêbînê bi çekan da ser pişta wî geriya û peyama piştevaniyê da malbatê. Sancar, anî ziman ku dê şopdarê bûyerê bin.