Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune
Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku wekîltiya wê betal kirin û girtin, beriya bê girtin axivî. Guven, diyar kir ku darbeya li meclîsê divê tenê wekî betalkirina parlamenteran neyê zanîn û got: "Ev eniyek faşîst e. Divê em li dijî vê eniya faşist têbikoşin. Ji xeynî têkoşîna li dijî faşîzmê şensek me ya din tune ye. Çareserî bu muzakereyên bi Birêz Ocalan pêkan e. Divê deriyê Îmraliyê bên vekirin."

Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin
Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin

Meclisê piştî parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu xist, navê wan bi lez ji malpera Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) rakirin.

Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku belgeya wan a helwestê destêk bû û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin."

Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e

Partiyên muxalefetê bertek nîşanî yasaya berfirehkirina notirvaniyê da. HDP vê yasayê wek “hêzên paralel” pênase kir û CHP’ê jî got “Çima qey milyonek hêzên çekdar têr nakin?”

Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê dema berê û aborîzan Sezaî Temellî, diyar kir ku rewşa krîzê ya di aboriyê de, mîna tundiya aboriyê bandorê li civakî kir û got: “Ev tundî, li bajarên kurdan qat bi qat zêdetir bû. Li bajarên kurdan tundiya aboriyê mîna ‘Stratejiya şerê taybet’ tê bikaranîn.”

Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di bûyera Bariş Çakan de gumanên wan hene û got: “Di qanalen televîzyonan û hin yekîneyên desthilatê de dadgeh hatine avakirin, biryar hatiye dayîn û sedemên bûyerên tên aşkerakirin.”

HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû aşkere kirin û banga yekitiya hêzên demokratîk kirin.

Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne

Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, asta ku pêkanînên tundiyê hatinê weke “dewleta polis” pênase kir û ev tişt got: “AKP, bi hêzên ewlehiyê welat ber bi tundiyê ve didefîne.”

Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye

Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran, ji bo şideta polîsan ku di demên dawî de pir zêde bûye anî ziman ku li paşperdeya vê yekê aqlê îqtidarê heye û got: "Ji ber ku nikarin çareseriyê biafirînin, darê zorê dixin dewrê. Di dîrokê de tu îqtidaan nikaribûye bi darê zorê xwe mîsoger bikin."

Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan piştgirî da Vakfa Hrant Dink û gefên li Vakfê hatin xwarin şermezar kirin. Buldan got: "Hûn ne bi tenê ne em bi were ne."

HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê

HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên kuştina nîjatperest a DYE'yê û got,''Em hilma ku sihayî nikarin bistînin ji vir hîs dikin, heta dawî mafê wan ê jiyana azad destek dikin.''

Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye

Parlamenterê CHP’ê Tûran Aydogan, diyar kir ku sedama zêdebûna tundiya polîsan, zimanê siyasetê ye û got: “Ev nimûne, weke gula bayê ye. Dewlet çawan nêz bibe, yên jêra wê jî dê wisan nêz dibin.”

Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî salvegera darbeya 27'ê Gulanê daxuyani da û wiha got: "Îqtîdar vîna gel tune dihesibîne û darbeya 27'ê Gulanê dubare dike. Yên wê rojê ew darbe kirin kesên bi apolet bûn. îro kesên bi qerewat in.

Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?

Parlamenterê HDP'e yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, têkildarî êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Cizîrê pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuak Oktay bibersivîne. Kaçmaz, pirsa "Armanca êrîşên bi rêk û pêk yên li dijî avahiya HDP'ê ya Cizîrê çîye?" ji Oktay pirsî.

Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin

Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûnek da meclisê.

< 178 179 180 181 182 > Rupel 180 / 291