HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em ê têbikoşin' di 7'ê mijdarê de li bajarên pîlot ew ê starta 25'ê Mijdarê bidin û got ku ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û li dijî rejîma qeyûmê dengê xwe bilind bikin.
HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera 4’ê Mijdara 2016’an daxuyaniyeke biniviskî weşand û wiha got: “Derbeya siyasî ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin.”
Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku darbeya 4’ê mijdarê li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatiye û ev tişt got: “Pêvajoya darbeya siyasî bi Plana Çokşikandinê” dest pê kir. Ev plan; 2’emîn Plana Islahata Şeqê ya AKP-MHP’ê ye.”
Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got: "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja rizgariya gelan e. Berxwedana Kobanê bûye damara berxwedana Kurdan."
22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
Dozgeriyê der barê 18 parlamenteran de 22 fezlekeyên nû şandin meclîsê û xwestin destnedayina wekîlan bê rakirin.
HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got: "Gelê Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedana destanî nişan da û bû hêza gelên cîhanê."
Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
HDK’ê starta pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’ da. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan welat dike qrîzan.
Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, 1’ê Mijdarê Roja Kobanî li hemû kurdan, dostên kurdan û gelên cîhanê piroz kir û wiha got: "Niha jî em dibînin ku ew karê ku DAIŞ’ê nikarî pêk bîne, hikûmeta AKP û MHP’ê dixwaze pêk bîne. Em bang li hemû raya giştî dikin û dibijên ku destûrê nadin Rojava bibe hedefa êrişên nû."
Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
Siyasetmedareke bi tecrûbe yê Herêma Kurdistana Federe Mihemed Emîn Pencewînî, diyar kir ku ger şereke li Başûrê Kurdistanê rû bide, wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe û got: "Hêzên derve de, hewl didin di nava kurdan de şerekê navxweyî derbikeve."
Sancar: Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku desthilat ji HDP’ê ditirse û her ku winda dike êrişên xwe zêde dike û wiha got: “Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe. Heta hilbijartina wê dîsa HDP berxwedana xwe deyne holê.”
Surucu: Vekirina ala DAÎŞ’ê hewldana ji nûve avakirinê ye
Komên çekdar ên paramîlîter, li Efrînê ala El-Kaide, li Serêkaniyê jî ala DAÎŞ'ê vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku vekirina ala DAIŞ'ê hewldana ji nûve avakirina DAIŞ'ê ye.
Kurkçu: Deklerasyona banga aştiyê banga ji bo civakê ye
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku Deklerasyona Banga Aştiyê, ne banga ji bo îqtîdarê ye, banga ji bo civakê ye û wiha got: “Rêya Sêyemîn ji bo Tirkiyeyê ji bo guhertina dîrokî bingehek esasî ye."
Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Amedê bi partiyên kurd re civiya diyar kir ku wan bi partiyên di Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê de cih digirin re biryara mayîndekirina platformê girtine û dê ji niha şûn ve xebatên bi awayek şênber berdewam bikin.
HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Amedê bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev. Biryarên ku di civînê de bên girtin dê bi raya giştî re bên parvekirin.
Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
Hevşaredarê DBB’ê Selçûk Mizrakli yê ku ji peywirê hat girtin û saleke girtiye, sûcdariyên li ser xwe û hewldanên meşrûkirina tayînkirina qeyûm ên desthilatdariyê teşhîr kirin. Mizrakli, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm qanûna xwe ya bingehîn binpê kirin û bi vî awayî hewl didin, dest danin ser şaredariyên kurdan.