Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin
Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin

Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ji bo li bajêr “polîtîkayên şerê taybet derkeve holê” xwest Meclîs Lêpirsînê bike.

Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne
Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne

Hevberdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî “Qanûna Hilbijartinê” ya ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin were guhertin nirxandin û got: “AKP dibîne ku dengê wan ketine û dixwaze bi vê guhertinê alternatîfek çê bikin.”

Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin
Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin

Cîgira Wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îstîfaya Beraat Albayrak îflas û têkçûn e û got: “Her ku ew bi ser me ve werin dê li ser Twîtter û Înstagramê nûçeyê îstîfayê werin û berê wan bikeve hev.”

Sancar: Lazim e Erdogan tevî  kabineya xwe îstîfa bike
Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku tenê îstîfaya Wezîrê Maliyê Berat Albayrak têr nake û wiha got: "Lazim e Erdogan û hemû kabîneya Erdogan îstîfa bikin. Niha pêdivî bi hilbijartinek pêşwext heye."

HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir
HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir

HDP'ê, bi armanca texrîbatên krîza aborî û civakî derbikevin holê, çareserkirina krîzê û krîza pir alî ya tê jiyîn de, desthilatdarî agahî bide, xest ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de civîna giştî bê lidarxistin.

Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e
Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e

Akademîsyen Kamuran Berwarî, helwesta PDK'ê ya li dijî gelê Kurd nirxand û anî ziman ku PDK li gorî daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê gavan davêje û ev yek zerarê dide. Berwarî, da zanîn ku di nava PDK'ê de piranî endam û rêveberên wan li dijî şer in û got: "Çareseriya qrîza di nava PDK û Tirkiyeyê de nerînên Ocalan e. Nerîna Ocalan a Yekîtiya Neteweyî ye.

HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir

MYK’a HDP’ê, diyar kir ku çavkanî û berpirsê qrîzê Serokkomar Erdogan e û banga îstifayê li Erdogan kir û ev tişt got: “Tekane rêya ku Tirkiyeyê ber bi selametiyê ve bibe çûna hilbijartinê ye.”

Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan

Şêniyên Sinûnê ya Şengalê, li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê pêk hat, meşek li dar xistin û daxuyanî dan. Şêniyan anîn ziman ku nexwazin hêzên bûne sedema qirkirinê vegerin Şengalê û ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar re jî xwestin Şengalî bi xwe xwe rêve bibin.

Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, ji bo Joe Bîden ê weke Serokê Amerîkayê hat hilbijartin û Cîgira wî Kamala Harrîs peyama pîrozbahiyê weşandin û ji wan xwest ku pêşî bidin polîtîkayên derveyî welat ên aştiyane.

Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku di 8'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdê ket greva birçîbûnê û piştî 200 rojan, bi hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dawî li çalakiyê anî, diyar kir ku ew dikarin tecrîdê bi têkoşîna gelan bişkînin.

Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, “Bernameya Çalakiya Demokratîk" aşkere kir û wiha got: “Heta ku em îtîfaqa faşîst têk bibin emê dest bi çalakiya bê navber bikin. Çalakiyên me dê bê navber berdewam bikin."

Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji bo rageşiya di navbera hêzên Kurd a Kurdistana Federe de bang li Serokê PDK'ê Mesut Barzanî kir û got: “Divê îtîfaya yekîtiya gelê Kurd pêş bikeve. Ji xeynî yekîtiyê rê tune. Divê dawî li Birakujiyê bînin."

Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye

Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca, diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku derbarê wê de fezleke amade kiriye, bi destnîşanên xwe îtîraf kiriye ku Komkujiya Parîsê ji aliyê MİT’ê ve pêk hatiye.

AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin

Pêşniyaznameya HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.

Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin
Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin

Bi munasebata salvegera “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” ya li hemberî siyasetmedarên HDP’ê li gelek navenda daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku li hundir û derve jî dê HDP têkoşîna xwe bidomîne.

< 162 163 164 165 166 > Rupel 164 / 291