MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
MYK’a HDP’ê, ji bo ku bernameya xwe ya xeta siyaseta dema nû diyar bike, li Stenbolê civiya.
Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên li hemberî HDP'ê têkoşîn û bloka dij faşîst mezin bikin û wiha got: "Yên dixwazin ji HDP’ê rantê bi dest bixin û ranta dixwazin nabînin êrîşên li dijî HDP’ê zêde dikin û dixwazin HDP'ê kriminalize bikin. Eger hûn dixwazin îlla têkiliya me û cihekî çêkin, em bêjin têkiliya me ya herî mezin bi gelê me re ye."
HDP 8 salî ye
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bi minasebeta 8'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bal kişand ser xebat û armanca têkoşîna HDP'ê û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo aştî, azadî, edalet û avakirina welatekî ku her kes bi hevre bijî dê bidome.
Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
Îqtîdar dibêje hilbijartina pêşwext ne di rojeva wan de ye. Lê belê partiyên siyasî diyar kirin ku divê hilbijartina pêşwext çêbibe û gotin, îqtidar êdî nikare welêt bi rêve bibe.
‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
Parlementerê HDP'ê Abdûllah Koç, ji bo 26 fezlekeyên nû yên der barê parlementerên HDP'ê de hatine amadekirin de anî ziman ku xebatên siyasî, bi gel re parvekirina bernameya partiyê û rexnekirin sûc hatine hesibandin.
Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyaloga di navbera Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû nirxand û got: “Ann li tevahiya Ewropayê berdevka hîsiyatek giştî ye. Helwesta Tirkiyê li Ewropayê êdî wek êdî sebir namey tê nirxandin.”
Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
Bi daxwaza destnedayîna 6 parlamenteran were rakirin, 10 fezlekeyên hatin amadekirin pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.
Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand zextên li ser HDP’ê û got: “Her cûre rêbabaza êrişan li dijî me xistin dewrê û xwestin me tune bikin lê xwe xapandin û bi ser neketin. Meşa me berdewam dike.”
Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker jî di nav de ji CHP’ê heyetek çû serdana Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê.
Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz girtina 4 rojnamevanên ji ber nûçeyên êşkenceya bi helîkopterê hatin girtin bir rojeva Meclîsê û vê pirsê kir: “Yên ku bihatana darizandin divê kesên her du wlatiyan ji helîkopterê avêtibûn an jî rojnamevan in gelo?”
Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan bi boneya kongreya partiya xwe hat Amedê û çû serdana DTSO’yê. Babacan bertek nîşanî girtina hevşaredarên HDP’yî da.
‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, sedan û hinceta qedexeya 6 meh a hevdîtinê û ragihandinê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dayîn, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.
HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê bi wesîleya 22’yemîn komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got Ocalan bersivek dîrokî da komplo û tecrîdê û pûç kiriye û tecrîda li Îmraliyê êrişek li dijî çareseriyê ye.
Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkûn û Pero Dundar rewşa Mûhammed Emîr ê li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da, birin rojeva Meclîsê.
Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de komploya siyasî tê amadekirin û got: “Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin. Dozgerê vê dosyeyê jî Erdogan û zavayê dozger e.”