Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengolû, diyar kir ku bi milyonan mirovên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn, rûyê ronahiya Tirkiyeyê derxistin holê û got: “Di Newrozê de gel, hêz û rola çareseriyê ya Birêz Ocalan cardin nîşan da.”
Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, li meclîsê civîna çapeimeniyê li dar xist û anî ziman ku HDP û Gergerlîoglu ne bi tenê ye û wiha got: “Gel HDP ava kiriye. HDP bi îdeanameya Qesrê nayê girtin."
Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar têkildarî hewldana girtina HDP’ê got: “Li meydanên Newrozan gelê me bi zelalî bersiva wan kesên dixwazin HDP’ê bigirin da.”
Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
Partiyên siyasî derbarê doza ji bo girtina HDP’ê daxuyanî dan û gotin, “Armanca vê êrîşê ne bi tenê HDP ye, hewl didin vîna me desteser bikin.”
Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisac anî ziman ku li gel ewqas qedexe û zextan jî bi milyonan kes Newroz pîroz kir û got: “Em spasiya gelê xwe dikin. Kurdan carek din tevî hemû zextan jî azadiyê ragihand.”
Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû li Satenbolê hevdîtin kirin.
Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê vekirina doza girtina partiya xwe de gotin li dijî îradeya gel darbe hatiye kirin û di rojeva gel de tecrîda li Îmraliyê heye û hewldana girtina partiya wan jî encama tecrîdê ye.
Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
Damezrînerê AKP’ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku kesên ji girtina partiyan hêvî dikin tu carî encam negirtine û ev tişt got: “Partiyên piştgirî dane van pêvajoyan timtik ketine zorê. Heta li derveyî parlamentoyê mane.”
Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî parlamenteriya wî hat xistin bi parlamenterên HDP’ê re dest bi “Nobeta Demokrasiyê” kir, got ku wan rayeya xwe ji gel girtiye û heta ku AYM biryara xwe ya derbarê wî de aşkera bike dê çalakiya xwe bidomîne.
Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku biryara xistina wekiliya parlementer Omer Farûk Gergerlîoglû siyasî ye û wiha got: “Dest ji hiqûqê bernedin, bê hiqûqî dê we hemûyan bi fetisîne.”
Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku bi bîr xist ku Malbata Şenyaşar hate qetilkirin, dayika wan a ku çalakiya edaletê dike tê astengkirin û got, "Ev yek bêwijdanî ye."
Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar banga ‘çareseriya adilane û bernameya aştiyê’ li mûxalefetê kir û diyar kir ku divê xwedî li deklarasyona Newrozê ya Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan were derketin.
Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ku ji ber daxuyaniyên wî yên têkildarî nexşeya Kurdistanê derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin ev tişt got: “Ji gotinên me û heqîqetê ditirsin. Ji ber ku ditirsin darazê weke dar û amûr bi kar tînin.”
Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
Piştî biryara Dadgeha Bilind ya cezakirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu gihişt meclîsê, Gergerlioglu, diyar kir ku dê li meclîsê li ber xwe bide û wiha got: "Ez ê li meclîsê li ber xwe bidim. Ku tên min dibin jî bila min ji vir bibin. Wê wekî dîmena 1994'an derkeve holê.
HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Hayrettin Yilmaz ê 65 salî ku li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa T a Afyonê bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.