HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
HDP'ê, di daxuyaniya xwe ya derbarê salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de diyar kir ku îro aqilê darbeyê desthilata AKP-MHP'ê bi cih tînin.
‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan da û wiha got: “Dengê Ocalan dêngê azadî, aştî û çareseriyê ye.”
Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku hilbijartin bi bazariyan nayê kirin û got: "Têkoşîna civakî û rêxistinbûyîna gel a berfireh esas e."
Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici têkildarî serdana wan a Hewlêrê daxuyanî da û got: “Diyalog dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin.”
HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
HDP ku dê prensîbên xwe yên li ser "Tifaqa Aştiyê" ya ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê wekî çareseriyê tê pêşkêş kirin, di 27’ê îlonê de ji raya giştî re ragihîne.
Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
Hevberdevkê Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku AKP-MHP bi guhertina pergala hilbijartinê dixwazin qezenc bikin û got ku li dijî vê pêwîstiya muxalefetê bi yekitiye wêrektir heye.
HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
Komîsyona Kongreya Rêxistina HDP’ê ya Amedê daxuyand ku ew ê di nava du mehan de kongreya xwe li dar bixin û banga xwedî derketina kongreyê û mezinkirina berxwedanê kir.
Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
Parlementera HDP’ê Semra Guzel, ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsa “Sedema bombebarankirina nexweşxaneya li Gundê Sikêniyê yê Şengalê çiye?" kir.
Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, bi tundî rexne li PDK'ê kir ku berpirsiyarê kuştina 7 endamên HPG'ê ye û got: "Em polîtîkayên PDK'ê weke 'şerê navxweyî' nabînin, ev rewş êdî di asta 'xiyanetê' de ye."
Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di Kongreya HDP’a Pirsûsê de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi mezinkirina siyaseta HDP’ê bersiva polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê ya ku îqtidar pêk tîne bidin.
Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
Lêkolîner Yuksel Genç, diyar kir ku bi daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7 qasî ku AKP hesaba perçekirina muxalefetê dike, dixwaze ji şirîkiya MHP’ê jî xelas bibe.
‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, di Mîtînga Aştiyê de axivî û got: “Şerê ku heye di girtîgehan de jî dewam dike. Ger li Tirkiyê, pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê şatî were vî welatî.”
Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
Mîtînga Roja Aştiya Cîhanê ya HDP û DBP’ê li dar xist, bi dirûşme û meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, gotinên Gandhî yên "Rêya aştiyê nîne, aştî bixwe rê ye" bibîr xist û got: “Pêdiviya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi aştiyê heye.”
Sancar: Dema destpêkeke nû ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, anî ziman ku bi deklarasyona ku di meha Îlonê de aşkera bikin wê polemîkên siyasî bi dawî bikin û got: “Niha dema destpêkeke nû ye. Ji bo ku bi desthilata AKP-MHP'ê bidin windakirin, divê her kes serkeftinê ji bo xwe bike armanc.”