Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
Parlamenterê Meclisa Federal a Almanyayê Nils Schmid, li dijî zext û êrişên li dijî wê serdana Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê kir.
Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya fikr û ramanê jî di nav de hemû azadiyên gelên Tirkiyeyê ji holê rakirine.
Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Tirkiye bûye cihê agir û got: “Desthilatdariyê welat ser û bin kiriye. Armanca guhertina vê desthilatdariyê ye.”
Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê ji bo lêkolînê li navçeya Mîlasa ku şewata daristanan lê didome ye diyar kir ku li welat felaketeke rêveberiyê tê jiyîn û bi lêv kir ku wê piştevaniya têkoşîna bi şewatê re bidomînin.
Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî ku li Erdişê bi gel re hat gelhev, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê li ser neçaseriyê ava kiriye û ev tişt got: "Çêkirina aştiyê, rêya aştî û demokrasiyê Îmralî ye. Muxatabê mijarê birêz Ocalan e."
HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê, di salvegera 7’emîn a Qirkirina Êzidiyan de li dijî qirkirin, komkujî û hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê hemû mirovahî vexwend têkoşînê.
Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
Civîna Kabîneya Serokkomariyê ya ji bo agirên daristanan û bergiriyên nû yên vîrûsa koronayê taloq bû.
Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mitînga li Meydana Esenyûrtê de axivî û diyar kir kuîqtidar êdî rojan dijmêre û got: "Bila werin vê meydanê bibînin."
Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku nijadperestî û cihêkarî li Tirkiyê belav dibe û komkujiya ku hat xwestin li Îzmîrê pêk were li Konyayê pêk hat.
Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya Şemzînanê ya partiya xwe de axivî û bertek nîşanî gotina “dijminatiya di navbera du malbatan de” ya Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû da. Temellî, diyar kir ku berpirsiyarê vê komkujiyê desthilatdariya siyasiye.
Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku bi Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz re bi nûnerên rêxistinên sivîl en Tetwanê re hat gelhev, got ku rexmî hemû berpêbûniyên li dijî wan jî hêza wan a hevsengiyên siyasî diyar bike heye. Sancar, diyar kir ku wê nexşeya xwe ya serdama nû jî di meha îlonê de aşkera bikin.
Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
Pêşnûmepirsa ku Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê bibersivîne dabû meclisê, "Qebe û bi êş" hat hesibandin û careke din lê hat vegerandin.
Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, aqûbeta lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de tê kirin de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsî.
Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, bang li hemî partiyên Kurd kir ku li dijî êrişên Tirkiyê û dagirkirina Herêma Federasyona Kurdistanê bibin xwedî helwest.
Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê, ragihand ku Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hatiye kirin.