Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo di bingeha rêgezan de yekîtiyekê çêbikin wê serdana partiyên muxalefetê bikin û got: “Em ê sibê serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya pêşiya me jî em ê serdana serokên partiyên DEVA, Pêşeroj û CHP’ê bikin.”
HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
HDP'ê gelê herêmê vexwend mitînga xwe ya "Niha dema edaletê ye" ku wê li Pirsûsê li dar bixe.
Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku girtîgeh bûne "malên mirinê" û bang li Wezareta Dadê kir ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
Ferhat Encu yê ji bo Hevserokatiya HDP’a Stenbolê hat bijartin anî ziman ku ew ê li ser stratejiya Rêya Sêyemîn dê muxalefeta civakî li derdora têkoşîna hevpar bicivînin û got: “Ew ê di siberojê de ew têk biçin û em ê jî bi awayek mezin bi ser bikevin.”
Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
Midûriyeta Giştî ya Polîsan derbarê kongreya HDP'ê ya Stenbolê ku bi hezaran kes beşdar bûn de gilî kir.
Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axivî û got: “Em ê serweriya rêbiran hilweşînin.”
Bayindir: Serkeftin nêzîk e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê li Êihê di civîna gel de axivî û got: “Di têkoşîna gelê kurd ku li dijî faşîzmê de did, serkeftin nêzîk e.”
HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Ji heft salî heta heftê saliyan bi hezaran kes diherike eywana kongreyê.
Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, li meclisê pirsên derbarê cînayeta Garîbe Gezer de bêbersiv hişt. Li şûna Gul Parlamenterê AKP'ê Emîn Akbaşoglû, ragihand ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
Parlementerê HDP’ê Abdullah Koç ê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, pirsa “Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran çima tê redkirin?” ji Wezîrê Dadê pirsî û got: “Hûn mecbûr in di vê mijarê de daxuyaniyê bidin.”
HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
HDP'ê li Edene û Mersînê derbarê hevdîtinên budçeyê û qrîza aboriyê de belavok belav kirin.
Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî ya ku AKP’ê roj bi roj mezintir dike nirxandin û deng û hêrsa ku li kuçeyan bilind dibe dê birina îqtidarê bi leztir bike.
Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salih Kûday ku bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, ev tişt got: "Şikandina tecrîdê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê di asta nifteyê de ye."
HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
HDP'ê kuştina Merwan Bedel a ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat şermezar kir û got: ''Dixwazin karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştî temam bikin.''
Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
Pirsgirêka kurd ku li Tirkiyeyê heya niha 8 serokwezîr û 13 hikûmet di nav rûpelên dîrokê de binax kirine, îqtidara 20 salan a AKP'ê jî mehkûmî krîzeke aborî û siyasî kir. Serokê Wefqa Aştiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku heya mesele çareser nebe asayîbûna Tirkiyeyê ne pêkan e.