Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
Şandeya DEM Partiyê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî da û bi lêv kir ku Abdullah Ocalan gotiyê pêşveçûna pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.
Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
Semîran Çakir Erbaga, xwişka girtî Firat Erbaga, diyar kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê bi hefteyan e binpêkirinên mafên mirovan çêdibin û got ku cezayên hucreyê hatine zêdekirin, bi detektoran li ser girtiyan tê gerîn û eşyayên wan tên desteserkirin.
Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
Şîna Bariş Borê HPG'î yê hat daxuyandin jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
Pltforma Saziyên Demokratîk dê li Êlihê mitînga “Civaka demokratîk û azadiyê” li dar bixe. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan.
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûbû Îmraliyê, ji giravê vegeriya.
Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
DMME’yê têkildarî rewşa girtî ya Selahattîn Demîrtaş cara 3’yemîn biryara binpêkirinê da. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê têkildarî biryarê daxuyanî dan û gotin ku divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin.
Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
DFG’ê ragihand ku di meha Îlonê de 10 rojnameger hatine binçavkirin, yek hatiye girtin, 19 lêpirsîn û 22 doz hatin vekirin, 49 hesabên medyaya dijîtal û 30 nûçe hatine astengkirin û 6 malperên înternetê hatine girtin.
Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
Antropolog Sîbel Ozbudun têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivî û got ku Tirkiye hêj jî mijarê weke pirsgirêka “terorê” digire dest.
Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê diyar kirin ku bê azadiya Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û gotin: "Kurdan hemû gavên pêwîst avêtine. Niha dora dewletê ye. Divê ew jî gavan biavêjin."
Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
Welatiyên Wanê diyar kirin ku divê Komîsyona Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Welatiyan, bertek nîşanî polîtîkaya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dan û gotin: “Li vir aştî, li Rojava polîtîkaya şer nabe.”
Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, bersiva peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: “Ev name, hêza me ya berdewamkirina têkoşînê ber bi bidestxistina demokrasiyê û aştiyê, xurttir kir.”
Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
Di doza Narîn Guranê de 3 kesên ji sûcê “sûcdar veşartine” dihatin darizandin, tehliye bûn. Bi van tehliyeyan re tu kesên ji vî sûcî girtî neman.