Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
Dozger ê di doza Metîn Lokûmcû de mutalaya xwe aşkere kir, xwest ku 13 polîsên bersûc cuda cuda bên beraetkirin.
Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
Siyasetmedarên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Di îfadeya li emniyetê de pirsên weke “Kurdistan ku dere?” û “Roboskê ku dere?” hatin kirin.
Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya der barê xebitandina zarokan de ku hatiye amadekirin; ji sala 2013’an vir ve herî kêm 695 zarok di cînayetên kar de mirin e.
Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
Li dosyaya ku rojnamevan Abdûrrahman Gok jê tê darizandin, beyanên şahidê nepen ê beriya niha li dijî 16 rojnamevanan îfade dabû hatin zêdekirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 39 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
“Meşa Demokrasiyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm li Geverê di roja duyemîn de berdewam kir. Parlamenter Serhat Eren got wê îradeya gel bi ser bikeve û berxwedana wan li her deverê bidome.
Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
Li navçeya Geverê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û ketina 2 gund û zozanên operasyon lê hatiye destpêkirin hate qedexekirin.
Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
Meşvanên ji bo demokrasiyê li dijî qeyûm dimeşin diyar kirin ku qeyûm tenê ne pirsgirêka Colemêrgê ye ya hemû Tirkiyeyê ye û banga beşdariya mitînga li Colemêrgê kirin û xwestin heta ku qeyûm biçe her kes têbikoşe.
Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hat lidarxistin. Di danişînê de ku Alagaş ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û biryara qedexeya derketina derve nehat betalkirin.
Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
Tê payîn ku di danişîna doza cînayeta Tahîr Elçî de ku hemû daxwazên lêkolînkirina delîlan hatibû redkirin dê sibê biryar bê dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren wiha got: “Dosya ne di asta biryardayînê de ye. Heta ku guman ji holê neyên rakirin biryar nikare were dayîn.”
Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrlikûlû nerazîbûn nîşanî israra AKP’ê ya tayînkirina qeyûman da û got: “Hem di siyasetê de bûye partiya duyemîn hem jî radibe polîtîkayên rageşiyê bi rê ve dibe. Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne.”
Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê diyar kirin ku dê bi awayekî girseyî tev li mitînga 13’ê hezîranê ya Colemêrgê bibin û wiha gotin: “Werin em bi hev re ji bo xwedîderketina li bajarên xwe li ber qeyûm bisekinin.”
Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan didome.
Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
Siyasetmedarên li Wanê hefteyeke li dijî xespkirina îradeyê nobetê digirin diyar kirin ku qeyûm xizmetê ji gel re nakin û wiha gotin: “Qeyûm, talan û xespkirine.”