Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî

Li navçeya Kuçukçekmeceyê 2 kesan bi çekan êrişî nexweşxaneyeke taybet kirin.

Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin

Welatiyên ku ji bo tev li mitînga li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bê lidarxistin bibin ji Stenbol û Enqereyê bi rê ketin wiha gotin: “Ji bo ku em qeyûm biqewirînin diçin.”

Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin

Danişîna doza der barê teqîna li Pasûrê rû dabû û 7 kes miribûn taloqî 3’yê cotmehê hat kirin.

Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Hezexê wesayîtekê li zarokê bi navê Ramazan Denlî da û Denlî jiyana xwe ji dest da.

'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’

Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin û wiha got: “Zarok, ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.”

Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye

Parêzerê Hatem Ozdemîr ê HPG’î, Mohammad Saleh Nîkbakht diyar kir ku armanceke miwekîlê wî ya ji bo şerê li dijî Îranê nebû û got: “Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bi ser Îranê re derbas dibû. Lewma cezayê darvekirinê cezayekî keyfî ye.”

Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand

Di danişîna 11'emîn a Doza Tahîr Elçî de dozger der barê polîsên bersûc de daxwaza biryara beraetê bê dayîn dubare kir. Parêzeran xwest delîl bên behevkirin. Piştî parastin û axaftinan parêzeran eywana danişînê terk kirin.

Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Roj Newsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê gulanê de karibûn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Silêman Ehmed 232 roj in di Girtîgeha Dihokê de tê girtin.

Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî

Dayik û bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, diyar kirin ku piştî kuştina keça wan têkoşîna aştî û edaletê wan li ser lingan digire û gotin: “Denîz û bi hezaran ên mîna wê nemirin, di dilê gelê kurd de dijîn.”

Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin

Rêveberên DEM Partî ji bo mitînga dê li Qada Otogarê ya Colemêrgê bê lidarxistin bang kirin û gotin ku li dijî tunehesibandina vîna gelê Colemêrgê li Qada Otogarê dengê xwe bilind bikin.

Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve

Welatiyên li Wanê ji bo mîtînga ku wê sibê li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Ger îro xwedî li Colemêrg neyê derketin, sibê wê qeyûm tayinî Wanê an jî bajarekî din jî bikin."

Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan didome.

Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe

Tevî peymanên navneteweyî jî, li seranserê cîhanê her diçe hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe. Doç. Dr. Taner Akpinar anî ziman ku hem xebatên di asta navneteweyî hem jî yên di asta neteweyî de tenê li ser kaxezê hene.

ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin

Siyasetmedarên li Amedê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

< 803 804 805 806 807 > Rupel 805 / 5.358