Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
Giliyê rojnameya Yenî Şafakê û Aybîke Eroglû hate kirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, şaredarî û serokên daîreyan hedef girtibûn.
Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
Beriya mitînga desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê bê lidarxistin, dê meşa 3 rojan bidome hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ji Şemzînanê dest pê kir.
Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heta biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tê betalkirin dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de partiyên rasgir-nijadperest rêjeyek bilind bi ser ketin. Fransayê biryar girt ku hilbijartina pêşwext li dar bixe.
Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
Serokê Odeya Zîraetê ya Amedê bertek nîşanî bihayê dexl û dan da û wiha got: “Di van şert û mercan de cotkar nikarin wek domdarî çandiniyê bikin.”
Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
Li Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabûn. Di lehiyê de gelek ajal mirin û ziyaneke mezin gihişt govan û zeviyên çandiniyê.
TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
Derket holê ku TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din serî li Raportoriya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin.
Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
Şaredariya Rezanê di çarçoveya daxwazên jinan de li navçeyê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet dan destpêkirin.
Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin.
Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Heke gelê me di hilbijartinan de vîna xwe nîşan dabe lê desteserkirina bi darê zorê ji aliyê olî ve ne caîz e.”
Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
Jinên ku li Cizîr, Hezex û Silopiyayê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di nobetê de ne diyar kirin ku ew ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin û gotin: “Di navbera desteserkirina îradeyê û kuştinê de tu ferq nîne. Em îradeya xwe teslîmî wan nakin."
Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Sîncanê, di civîna nirxandina berdanê de ji Nûriye Adet a 30 sal in girtiye re wiha pirsî "Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?" û berdana wê 6 mehan taloq kir.
Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
Hejmara 234’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN” derket.