Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku li ser navê Meşa Demokrasiyê ya li Colemêrgê bi dawî bû axivî û wiha got: "Ev meş wê bibe rêya ku polîtîkaya qeyûm ji holê rabibe.” Uçar ji bo mîtînga ku dê sibê li dar bixin jî banga tevlîbûnê kir.
Faîlên tecawizê hatin girtin
4 zilamên ku li navçeya Narlidereyê bi awayekî sîstematîk tecawizî zarokekê kirine, hatin girtin.
‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
“Meşa Demokrasiyê” ku bi pêşengtiya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê hatibû destpêkirin, gihişt Colemêrgê. Şande dê ji vir ber bi navendê ve bimeşe.
Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
Malbatên girtiyan ên ji Êlih û Amedê hatin Enqereyê, bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin.
Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
Karsazên li Amedê bertek nîşanî nûçeyên Yenî Şafakê ku alîgira AKP’ê ye dan û wiha gotin: “Rojnameya Yenî Şafakê rojnamegeriyeke rûreş kiriye.” Karsazan bertek nîşanî “qeyûmperestan” dan û gotin: “Em naxwazin kesên îthalkirî bajarên me birêve bibin.”
Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
Parêzer di doza Tahîr Elçî de bêyî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike, eywana danişînê terk kirin û li ber edliyê daxuyanî didin.
Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
Komeleya Lêkolînên Zanîstên Olî ya daxuyanî da diyar kir ku li dijî tayînkirina qeyûm dê sibê li mitînga Colemêrgê bin û got: “Li dijî xespa vînê em ê bi hev re dengê xwe bilindtir derxînin.”
Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
Dîmenên Îsa Îlhan ê li Silopiyayê di îxrackirina gelek meleyan de rol lîstiye yên têkildarî kêliyên ku li Qursa Qûranê li xwendekaran dide derketin holê.
ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
Komîsyona Mafên Mirovan a ÎHD’ê bal kişand ser zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û bang kir ku qanûnên xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin.
Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
Di kongreya MEBYA-DER’ê ya Wanê de beşdaran bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê dan.
Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
Derbarê giliya ku nûçegihana me Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin kiribû, biryara neşopandinê hatibû dayîn.
Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
Di doza têkildarî cînayeta Hrant Dînk de dozger di mutalaya xwe de xwest ku derbarê Ahmet Îskender, Erhan Tûncel, Ersîn Yolcû, Tûncay Ûzûndal, Yasîn Hayal, Zeynel Abîdîn Yavûz û Ogun Samast de bi hinceta “demboriyê” doza cemaweriyê bê betalkirin.
Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
Lîstikvan Ezgî Mola bertek nîşanî çawişê pispor Mûsa Orhan dabû ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê. Dadgehê ceza da Molayê.
AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
AYM’ê di dosyayekê de têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara “Mafên darizandina adil û rêza ji jiyana taybet re hatiye binpêkirin” da.
Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
Siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar di salvegera wefeta xwe ya 8’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.